Hejmara 7´an a kovara çand, huner, polîtîka a 2 mehî bi mijara ”Newroz: Bihara Kurdan”, derket. Di vê hejmarê de Mehmet Said Aydin li ser Newroz û bihraê nivîsiye, Salih Kevirbirî li ser hevdîtina Karapêt û Cimo nivîsiye. Yuksel Genç, Cuma Çîçek û Yusuf Karataş jî mijara dosyayê ya bi navê Pirsgirêka Kurd, Veguherîna Çînî û Siyaset nivîsandine.

Hejmara 35´an a kjovara Kurt Tarihi jî li ser mîtolojiya Kurdan e û bi sernavê Mîtên Kurdan derket. Di nava gotaran de ”Kawa, Lehengê Mîta Avaker a Kurdan e”, ”Binemala Mîta Aryen“, ”Di Mîtolojiyê de Têgeha Leheng û Tîpolojiya Lehengê Mîtîk ê Kurd“, ”Mît û Efsana di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de: Tema, Jêder û Bikaranîn”, ”Mîta Newrozê û Rengvedana wê di Helbesta Kurdî ya Nû de” û ”Di Helbestên Ehmedê Palo de Mît, Bawriyên Kultan û Nîşanên Efsanewî”.

 

NAVENDA NÛÇEYAN