
Ji bo rojnameya Rewşan Deniz bi nivîskarê Kurd û ê Kurdî Yaşar Aslan re peyivî. Aslan di vê hevpeyvînê de dibêje, dilsoziya bi zimanê dayikê re bi serê xwe berxwedan e, û tercîha xwe ya nivîsandina bi KUrdî jî wiha rave dike. Ji vê hevpeyvîna dûvdirêj em beşên girîng li jêr ji bo xwînerên Kurmanciyê jî diweşînin.
Yaşar Aslan pêşî bi pirtûka xwe ya pexşanê ya kurte çîrokan a bi navê Rengbêj derket pêşberî xwînerên Kurmanciyê, paêşî jî ji bo rêhevalê xwe yê di zindanê de jiyana xwe ji dest dayî Sergovend:Lênûska Aram nivîsand.
Yaşar Aslan îşaret bi girîngiya kêliyê û bîra mirovan dike û dibêje, ´Berê, salên, 1980-90´î me digot, rêûresma mirovên kalûpîrdivê bê nivîsandin ew bîra civakê ya zindî ne´. Ev rewş ji bo mirovên têkoşînê ya roja me ya îro bêhtir lê ye. Di nihayê de di ´kêlî´yê de dîrok vedihewe. Şahid -qehremanên wê nenivîsin jî divê ev bên nivîsîn. Pêdibviya me bi mînakên dîrokê yên zindî bi belgeyên wê heye.
Li ser minaqeşeyên li ser Kurdiyeke standart jî Yaşar Aslan dibêje, "Bi ya min helwêsta ´em divê zimên bikin standart, çawa Spaniyan zimanê Kastîlyayê, Ingilîzan ê Londonê, Tirkan zimanê Stenbolê esas girt û ziman bi pêş xistibe, em jî zimanê Amedê yan jî yê Hewlêrê esas bigirin û dihevgihiştinê misoger bikin´ helwêsteke şaş e. Ev têgihiştina dewleta netewe ya qirker bi xwe ye. Ev helwêst zindîbûna peyvan dikuje. Ruhekî her peyvekê heye. Nabe ku em peyvan bineqînin.
Li ser nivîsandina bi zimanê dayikê û nexasim jî ji bo Kurdan bi Kurdî, Yaşar Aslan dibêje, "Ji be rku rast nabînim, em bi zimanekî bi darê zorê bi me dane fêrkirin, wêjeyê bikim, bi Kurdî dinivîsim. Helbet em dibînin ku ew hevalên li derveyî zimanê xwe yê dayikê berheman diafirînin, hewl didin bi rengê "zimanê wêjeyê, fikr û hestan çênabe" teoriya vê helwêsta xwe bi pêş bixin. Ne mumkin e mirov ecêbmayî nemîne. Dema em berê xwe didin dîroka wêjeyê, em wan kesan dibînin ku tevî ku bi Ingilîzî dizanin bi israr bi Yîdîşî nivîsîne, tevî ku bi Spanî dizanin bi Katalanî, tevî ku bi Fransî dizanin bi Baskî bi israr nivîsîne û yên din jî hene. Hewldana hinan ji van nivîskaran bi Nobelê jî hatiye xelatkirin."
NAVENDA NÛÇEYAN