Cenazeyên 9 cangoriyên Kurdistanê, li goristana Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, Girkê Legê, herêma Koçerat û Beravê bi armanca wergirtina cenazeyên Şelal Meriî (Mîtan Welat), Nîhad Dîlawer (Deniz Rojhilat), Nûrellah Ozer (Erdal Harûnî), Wesyî Qizimçik (Mordem Bîrhat), Hakan Dûman (Zagros Qoser), Fayiq Aydogan (Şoreş Cûdî), Riyad Mistefa (Harûn Çiya), Orhan Orden (Şevger Goyî) û Kînan Kara Deniz (Têkoşer Serhed, li pêşiya nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Piştî ku girseya gel cenzeyên têkoşeran wergirtin bi karwanekî wesayitan ku ji dehan tirimpêlan pêk tê, ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Soza şopandina riya têkoşînê
Di dema ku karwanê têkoşeran di kolanên bajar û gundan re derbas dibû, welatiyan bi diruşmeyan silav didan wan.
Li goristanê ji bo cangoriya merasîma leşkerî lidar xistin.
Di merasîmê de Fermandar YPJ’ê Têkoşîn Dêrik axivî û got: “ Eger ku em îro nefesek azad û bê minet dikşînin, ev bi saya berxwedan û xwîna şehîdên me ye. Ev şehadet ji eşqa felsefeya azadiyê ya Rêber Apo tê. Em di hizûra van hevalên şehî de, soza şopandina riya têkoşînê nû dikin.”
Paşê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Sîstema Federaliya Demokratîk Hediye Yûsiv axivî û got: “Em rojane li vê qada pîroz, şehîdên xwe oxir dikin û dispêrin axa pîroz. Em soz didin van qehremanan ku em ê riya wan heta serkeftinê, bişopînin.”
Cenazeyên têkoşeran di nava diruşmeyên şervanan yên ‘Şehîd namrin’ û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.
‘Em ê li gel pêkhateyên herêmê şerê çeteyên DAIŞꞌê bikin’
Ji cangoriyên pêngava rizgarkirina Minbicê cenazeyê Seydo Qamişlo li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê Amed Qamişlo jî ji bo were veşartin ber bi Helebê ve hat şandin.
Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyên şervanên Ereb Seydo (Mecid Ebdulrezaq) û Amed Qamişlo (Hemûd Elî ) civiyan.
Girseya gel cenazeyên herdu şervanan ji Mala Gel a taxa Enteriyê wergirt û berê xwe da goristana Şehîd Delîl Sarûxan.
Piştî cenaze anîn gortistanê li wir Apê têkoşer Seydo Qamişlo Silêman Ebdulrezaq axivî û got: “Wek pêkhateya Ereb, em ê li gel pêkhateyên herêmê şerê çeteyên DAIŞꞌê bikin û herêmên xwe ji çeteyan rizgar bikin, da em hêviyên cangoriyên xwe pêk bînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn, rêya azadiyê nîşan daye.”
Piştî axaftinan, nasnameyên herdu şervanan hatin eşkerekirin.
Şervanê YPGꞌê Seydo Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan, spartin axê, cenazeyê Amed Qamişlo jî veguhestin bajarê Helebê da li wir bê oxirkirin.
DÊRIK/QAMIŞLO