Li Goristana Kîlyosê 261 cenaze xistine bin peyarêyê. Dîmenên vê kirina hov jî derketin holê. Di dîmenan de xuya dike, hestî xistine qutîkên plastîk, ew xistine ser hev û wan bi lingan dahf didin ser hev.

ERDOGAN ALAYÛMAT - MA/STENBOL

Li Goristana Kîlyosê 261 cenaze di bin peyarêyê de hatibûn veşartin. Dîmenên peyarêyê bi dest me ketin. Di dîmenan de tê dîtin ku qutîkên plastîk ên cenaze têde bûn çawa avêtine ser hev û bi nigan çawa tên tehmdan.

Di 19’ê Kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û paşê hatibû zanîn ku li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heya niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin û yê mayî yanî 261 cenaze jî li Goristana Kîlyosê ne. Lê belê dû re derket holê ku li Goristana Kîlyosê jî di bin peyareyekê de hatine veşartin.

Xistine ser hev

Dîmenîn vê peyarêyê bi dest me ketin. Di dîmenan de tê dîtin ku qabên plastîk ên cenaze têde ne çawa avêtine ser hev û li kêleka hev hatine veşartin.

Gava cenazeyê Cengîz Demîr û Huseyîn Doner radestî malbatên wan tên kirin, wêne tên girtin. Wêne di 2’yê Adarê de hatine girtin. Di dîmenan de tê dîtin ku peywirdar qabên jimareya wan 6 û 9’ê ku cenazeyên Demîr û Doner têde ne derdixin û wan radestî malbatan dikin.

Gor ji 1’ê heya 18’an hatine nimarekirin û her gorek ji du qatan pêk tê. qabên hestî di hundirê wan de ne, dudo dudo li ser hev du hatine bicihkirin. Di nimareya 6’an de ku hatiye vekirin tenê 24 cenaze hene. Gor bi qasî 3 metreyan kûr hatine kolandin û bo tûxleyên ytong ji hev hatine veqetandin û ser wan bi du blokên betonî hatine girtin. Ji gorên hatine vekirin dixuyê ku yek jê di nav avê de maye.

   

Bi lingên xwe dahf dide

Peywirdarekî goristanê ji bo qabên ku hestiyên Demîr û Doner têde ne bibîne qutiyên di gorê de hemûyan derdixe û ên din cardin dixe gorê. Gava dixe gorê jî wan diavêje ser hev. Gava wisa dike jî wan bi lingên xwe tahm dide. Li ser qabên ku hestî di wan de hejmareke morgê û hejmareke Saziya Tiba Edlî heye. Gava testa DNA’yê ya malbatan û hestiyan li hev derê, hestî li gor van nimareyan radestî malbatan tên kirin. Di dîmen de tê pirsîn, ”Gelo gor hemû li vira hatine veşartin?” Peywira dibêje: ”Belê.”