
Xakên Reqayê yên di bin zilma DAIŞ’ê de dinaliyan, niha tevî gel kêfxweşiya wan ya azadiyê di wêneyan de xwe didin der. Dema mirov li wêneyên rojnamegerên ku di dema şopandina merhelya duyemîn a operasyonê de kişandine dinihêre, ezm û hewldana têkoşîneke zexm, li dijî zilmê serketina berxwedêriyê, bişirîna zarok û jinên tarîtiyê tarûmar dikin û tev gelên herêmê, yekîtiya şoreşgerên enternasyonalîst bi awayekî rihet tên dîtin.
Jinên Reqayî yên ber bi azadiyê ve gav diavêjin, bi zarokên li pişta xwe girêdane, berxik û karikên bi wan girtine, bextewariya rizgarkirina ji DAIŞ‘ê li wan sihuriye. Zarokên biçûk ên ku nikarin azadiyê pênase bikin, destê wan li hewayê û nîşana serketinê ber bi şervanên ve baz didin.
REQA