Zanyara etnomuzîkolojiiyê Dr. Pertow Hûşmendrad tomarkirina dîmen û dengên di dema lêkolîna xwe ya li ser Yarsanan de bi alîkariya Înstîtûta Çand û Hunerê ya Mahûr a li Tehranê weke belgefilmeke li ser muzîka Yarsanan weşand.     

Muzîka Yarsanan: Rêûresmeke Zindî (Music of Yarsan: A living tradition) navê belgefilmê ye. Hûşmendrad filmê ji belgefilm bêhtir weke filmeke belgeyan dibîne û ji bo agahdarkirinê weke materyaleke perwerdeyî amade kiriye ku ji xwe re kiriye armanc hin aliyên sereke yên muzîka vê civaka dînî ya Kurdistanê bide nasîn. 


Aşiqên tembûrê



Produktora filmê Pertow Hûşmendrad lêkolînereke zanista etnomuzîkolojiyê û pisporeke civaka Ehl-ê Heq e ku ew bi xwe tercîh dike wan bi gotina wan, ango weke Yarsan bi nav bike. Pertow Hûşmendrad di vê belgefilmê wêne û dîmenên xwe yên dema lêkolînên xwe yên destpêka salên 2000’î bi kar aniye, lê belê li ser muzîkê bêhtir dihizire, û ji naverok û metnan bêhtir cih dide performansa muzîkê bi xwe. Ji bo aşiqên tembûrê, tembûra Yarsanan bi performansên xwe yên herî serketî û otokton di vê belgefilma weke DVD tê belavkirin, li ber dest in. Nezma bi navê “terzê Rostem” hîna di destpêka belgefilmê de temaşevanan mest dike û wan li ser pêlên awaz û melodiya tembûra Yarsanan bar dike û dibe nav rastiyeke din a muzîkê, ya rastî ev ontolojiyek e ku bi ritm û meleodiyan hatiye lêkirin.


Guşiyên weke sisê, çar û çil

Bi her halî, agahiyên sereke yên li ser baweriya Yarsanan jî nehatine paşguhkirin: “Xelkê Yarsan bawer dikin ku hêza sereke ya li kozmozê bi rengekî xelekî xwe nîşan dide, bi rêya guşiyekî heft tebeqeyî ango bi Feftan. Guşiyên weke sisê, çar û çil jî di vê dinyayê de hene.” Pertow Hûşmendrad ji bîr nake û behsa cihê Sultan Sahaq jî dike ku weke dandera vê hêza sereke li ser rûyî erdê ye ku li gorî hin zanyaran sedsala 13’an yan jî 14’an li herêma Hewraman jiyaye.


Xweîfadekirina “xwebigorîkirinê”

Bi rêya vê belgelfilmê mirov tê digihîje ka civaka Yarsan çi qasî girêdayî rêûresma xwe ye û qet dev bernedaye ji pratîkên xwe yên vê rêûresmê û civakîbûna wê.  Armanca rituelên Yarsanî ew e ku bigihêjin pakiyeke giyanî a spîrîtuel ku bike ku ew diyarbûna siltanê dinya kevin û edaleteke xwedayî mumkin bikin. Ev jî mumkin e bi xwebigorîkirina dînî û dinyewî. Ha di vê “xwebigorîkirinê” de muzîk hem navgînek e û hem jî xweîfadekirina vê “xwebigorîkirinê” ye.


Jin her weke mêr li huzûra temaşevan in

Ji belgefilmê hem performansên muzîkê ku stûna navmala rîtuelên Yarsanan in û hem jî tembûr û koroyên duayên/metnên muzîkî xwe diyar dikin û weke rûyê hewldanên “xwebigorîkirinê” yên dinyewî û derûnî xwe darîçav dike. Di filmê de mirov çend caran jinan bibîne jî, li ceman ên ku dua dikin, ên ku bi awayekî koroyî duayan/stranên dînî dibêjin û li tembûra “pîroz” dixin, her weke mêr li huzûra temaşevan in. 


Beşeke giştî ji tembûrê re hatiye veqetandin

Muzîk bi tena serê xwe li meydana vê belgefilmê nîne, tevî wê jestên bedena mirov, dengênî û hebûna tiştên sembolîk bi hev re peywendeke giştî ya rîtm û muzîkê datînin. Li vir hêjayî gotinê ye ku produktora filmê bi îhtîmam îşaret pê dike ku film ne di ware fîlmografiyê de lê belê di warê belgekirinê de armanc daniye ber xwe, ji ber wê jî tevahiya dîmenan û dengan bi navgîn û derfetên ne pisporan e hatine tomarkirin.

Di belgefilmê de beşeke giştî ji tembûrê re hatiye veqetandin ku hem pîroziya wê ya ji bo civakê radixe berçavan, hem jî heta bi çêkirina tembûrê bi xwe weke agahî li vir tên danasîn. Wekî din tevahiya performansên solo û komî jî û peywendên wan jî tên danasîn. Di heman demê de jî mirov ji metnên sereke yên performansên tembûrê bêpar nayî hiştin: Yaran yek fikrî, Pa şam dîm le beyn benayî yek fikrî, taleb kird yaran çiwar xwacaw û bukrî…



Merdî û camêriya hosteyên tembûrê

Di nava bêdengiyê de bihîstina dengê tembûrê ya ku nezma “Pişrawî Şêx Amîrî” lê dixe, ji wan îmtiyazan e ku guhên temaşevanên vê filmê wê li ber agahiyên di biwara muzîk û civaka Yarsan de pê tamijî bibin. Lê mirov her wiha şahidiyê dike li merdî û camêriya hosteyên tembûrê ku zanebûn û behremendiya xwe bi herkesî re ku hez dike, parve bikin: Jîn Dawud heq giyan Dawud,  jîn Dawud îman Dawud…


LUQMAN GULDIVÊ