Nûçegihanên ajansa nûçeyan Hawarê (ANHA) şerê dijwar ê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li Baxozê dişopînin.

Li Baxozê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar didomin. Şervanên QSD`ê bi hişyariyeke mezin bi pêş ve diçin, ji ber ku mayin bi awayekî zêde ji aliyê çeteyan ve li herêmê hatine çandin.

Nûçegihanên me ku pêngavê dişopînin, li aliyekî şerî dişopînin û li aliyê din dîmenên şerî digirin.

Di dîmenan de teqîneke pirr mezin diyar dibe û tê texmînkirin ku yek ji depoyên cebilxaneyê yên çeteyên DAIŞ`ê hatibe teqandin.

 

 ANHA / DÊRA ZOR