Hefta bihorî dimenek li hewlêrê di çapemeniya dîtbarî de, nivîskî û madyaya civakî de derket. Rêzek rêveberên herêmê û wezîrên kabîna hukumeta nû yu ku piştî 9 mehan hat damezirandin, di şahîyekê de tên dîtin. Hemû jî di ber stranên Îngilîzî û Kurdî yên stranbêja jin a ku mirov nizane Kurd e an Emerîkî ye, li ser kursîyên xwe rast û çep xwe dihejînin u bi tiqtiqa kenê xwe bala hemû kamêrayan kişandine ser xwe. Amadebûna van mêrên ku hemû berpirsiyarên herêmê ne, nexasim di demeke wisa de ku êrîşên DAÎŞ û pilana piştperdeyan tê nîqaşkirin, her roj ev êrîş û hovitiya di medyayê de derdikeve û zarokên vî gelê di bereya pêşî da u di refên pêşmerge u YPG da li berxwe didin munasebeteke çawa ye? Pirsa balkêş ewe munasebeta vê şahiyê çî bû? Çima ewqasî giregirên vê herêmê anîne cem hev?

Belê ecêb nemînin, munasebet rojbûna Şajina Berîtanya Şajin Elîzabêth bû. Dema min ji bo cara yekmîn ev dîmen dît hestên cuda bi min re çêbûn.  Destpêkê matmayî mam, ji vê rewş û dîmena trajedî-komîk re, gelo ez jî weke wan min bikira tiqtiqa ken, an pir xemgîn bûma, an bi sedan pirs di serê min da çêbûba? Jixwe bi bawerîya min herî rast jî ya dawî ye, û min hewil da li bersiva wan bigerim.
Belê dema tê gotin 'netew-dewlet çîye', ev dîmen netewdewlet bi xwe ye, ji nirxên civakê qut bûne, ji hêzên girêdayî wan re tewandina hustûyê xwe û li hemberê rengên nava xwe jî zulumkarî ye. Dîmenên mînaka wê jî berê hatine dîtin lê bi qasî vê dîmenê hem êş û hem rewşa komîkbûnê neketibûn nava hev. Ma sala par, roja salvegera komkujîya Helebce  stranbêja Lubnanî Meryem Faris neanîn Hewlêrê ji bo konserdayînê? Ma ne heman rêvebirî ye ku li Hewlêrê hersal li salona pêşewa Qazî Muhemed salvegera mirina Xumeynî bi bîr tînê? Ev mêjî û zihnîyet Qebûl nakin kû hevserokê Kongireya Netewî ya Kurd jinekê di kêleka xwe de bibînê, lê radibe rojbûna şahjin Elîzabet pîroz dike. Ev ne zihnîyeta qutbûna ji civakê be çî ye?
Ji me re çî rojbûna Şahjin Elîzabet? Çima rêvebirîyên Kurd hewce dibînin xwe daxin heya vê astê? Ev dixwazin çi ji civaka Kurd re bêjin? Ev ne tenê rewşeke derûnî ya gelekî bindest e ku hêzên serdest mezin dibîne û xwe ew qasî biçûk dike. Belê vekirina vê metelokê pir zehmet nîne. Wer xuyaye dewleteke Kurd a Başurê Kurdistanê di rê de ye u ev jî beşeke ji şahîya pîrozkirina avabûna vê dewletokê ye ku bi pilana Musulê destpêkir. DAÎŞê jî tenê rûyê derve yê pilanê ye û rûyê hundur ê  berdewamîya dekû dolaba dervey. Û yên av bi aşê vê makîneyê de kirin Tirkye, Qatar, Arabistana Saudî, Îran û Malikî bi xwe bû. Wê çi din ji bo Kurdan derkeve, bê guman ji bo Kurdan bersiv dayîn pir zehmet nîn e, ew jî hewildana tengavkirin û êrişa ser Rojava ye.