Belgefilm li bajarê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Los Anglesê beşdarî Festîvala Filman a Pirrçandî ya Gerdûnê (UMFF) bû. Di UMFF de ev belgefilm weke çêtirîn belgefilm hat hilbijartin û derhêner Tommaso Vitali jî hat xelatkirin.

Vitali li ser serketina belgefilma xwe got, "Filmçêkerî bêhtir elaqedarî peywendîdanîna bi hestên mirovan re ye; ji wan mirovên hûn hez ji wan dikin heta bi wan ên xerîb ên ku heke neçin festîvaleke filman a li devera xwe û filma te nebînin, wê ti carî filma te li ser kompûtera wan an jî li dikana bikirêdana filman a nêzî wan bi cih nebe. Mala te ava UMFF".

Di belgefilmê de derhêner dîmenên Heskîfê, xelkê navçeyê û hawîrdora wê digire, guh dide peyivîna wan û hewl dide bibe belgeyeke daîmî li hemberî tehlûkeya di bin avê de hiştina Heskîfê. Ew di heman demê de ji bo hestyarkirina xelkê li ser mijara zirarên bendava Ilisu (li devera Germavê) jî bi erka xwe radibe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN