Ji fermandarên YPJ'ê yên Serêkaniyê Çîçek Xemgîn diyar kir ku DAIŞ ji bo ser têkçûna xwe ya li Kobanê, Til Hemîs û Til Berakê binixumîne êrîşî Til Temir û Serêkaniyê kiriye û destnîşan kir ku DAIŞ ber bi tinebûnê ve diçe. Xemgîn ragihand ku dewleta Tirk hînê destekeke aktîf dide çeteyan û diyar kir ku di pevçûna Til Xenzîrê de dîmenên ku nîşan didin ji qereqol û mewziyên leşkerên Tirk gule hatine reşandin, bi maşînên leşkerî çeteyên birîndar hatine veguhastin û çeteyan xwe li qereqolê girtine.
Xemgîn anî ziman ku êrîşên çeteyan ên li Til Temirê destpê kirin û li Serêkaniyê dewam kirin, ji polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Rojava cuda nîne û anî ziman ku di êrîşa li Til Xenzir a Serêkaniyê de dewleta Tirk alîkarî daye çeteyan û ji aliyê din ê sînor ve çete bi ser hêzên wan ve hatine dehfdan.
Xemgîn got: "Saet di 03:00 de me dîmenê wan kişand û saet di 04.00 de pevçûnê destpê kir. Beşek ji çeteyên êrîş kirin ji Raviya hatin. Baskê din jî sînorê Tirkiyeyê bikar anî û êrîş kir. Wêne û dîmen di destê hevalên me de hene ku nîşan didin çete di ser xaka Tirkiyeyê re êrîş kirine. Piştî ku pevçûnan destpê kirin, maşînên leşkerî hatin ser sînor û çeteyên birîndar birin. Dûre, çeteyên ku me cih li wan teng kir, xwe avêtin nava mewziyên leşkerên Tirk û ji wir gule li me reşandin. Pevçûn gelekî nêzî sînor bû û ji sînorê Tirk, bi sûîqestê li hevalên me dan.”
Xemgîn di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pevçûnên li Serêkaniyê li ser girsekî li gundê Til Xenzirê dewam kir. Hin derdoran xwestin di çarçoveya armanca çeteyan de antî propaganda bikin. Ji bo çete ji aliyê psîkolojîk ve serdestiyê bi dest bixin, hewldaneke bi vî rengî hat kirin. Divê hay ji vê hebe. Pevçûn li ser girekî qewimî û niha ew der dîsa di bin dorpêçiya hêzên me de ye."
NAVENDA NÛÇEYAN