Bi teleskopeke pirr mezin a mirov dikare jê re bibêje “teleskopeke dêwane” dîmenên rojê yên herî nêz hatin girtin.
Li girava Maui ya bi ser girava Hawaî ya Emerîkayê bi teleskopa Inouyê ya li serê çiyayê volkanîk Haleakala hatiye bicihkirin, dîmen û wêneyên rojê yên herî ji nêz ve hatin girtin. Her resmekî hatiye girtin bi qasî erdê Franseyê ye û nanikên agir ê 6.000 derece germ fena zêrên dibiriqin xuya dikin.
Deverên pirr germ zêde dibiriqin û yên ji wan kêmtir dibiriqin bi nanikên li kêleka xwe re xetên mîna sihê diafirînin. Alim û zanyar bi vê gavavêtinê gelek kêfxweş in û dibêjin, wê bi vê karibin hê baştir tevgerên rojê bişopînin û pêşbîniya bûyerên di gerdûnê de bikin.
WASHINGTON