Parlementera Amedê Leyla Zana, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Wekîla Şarerê Qoserê Şerife Alp, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Semira Varli, Hunermend Ozlem Baglayan, heyetek ava kirin û li gundên ku di erdhejê de ziyan bûne geriyan. Heyeta BDP'ê welatiyên gundan ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Heyet di serî de çû gundê Alakoyê ku 10 welatî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir. Heyet li gund hemû çadir ziyaret kirin û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Di serdana çadiran de Parlementer Zana û heyeta pêre di çarçoveya "Tu jî di cejnê de cilan li zarokekî ke" cil li zarokan belavkir. Welatiyên ku eleqeyek mezin nîşani heyetê da, diyar kirin ku hêj pirsgirêkên wan hehatine çareserkirin û hêj di çadirên naylonê de dijîn. Gundiyan, anîn ziman ku di demsala zivistane de berfa li vir dibare bejna mirovan derbas dike û nikarin zivistanê di naylonan de derbas bikin. Welatiyan xwest ku bi lezgîn pirsgirêka wan a bi cihbûnê bê çareserkirin.
Zana, piştî li pirsgirêkê welatiyan guhdar kir diyar kir ku mirov piştî li vê dîmenê dinere ji ber mirovahiya xwe şerm dike û wiha got: "Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê di nava hewldanan de bin." Heyet pişt re çûn gundên Adir, Hiçis û gundê Îrîrînê ziyaret kir. Di ziyaretê gundan de Zana li pirsgirêkên jinan guhdar kir. Zana di ziyareta gundan de dema jinan li ser kaniyê di teştê de cil dişuştin çû li cem jinekê rûnişt û li gel wan cil şuştin. Di ziyaretê de gelek jinên gund Zana hembêz kir û hêsiriyên çavan barandin. Heyetê li gundê Adirê çadira xwarinê ya ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatiye vedan ziyaret kir û li vir jî li pirsgirêkên welatiyan guhdar kir. Heyet pişt re çû gundê Îrîrînê yê ku 16 welatiyan jiyana xwe ji dest daye ziyaret kir.
Heyetê li gundê Îrîrênê jî welatî ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Welatiyên gund anîn ziman ku ji ber erdhejê gelek xaniyên wan hilweşiyane û şebekeya avê têk çûye. Welatiyan, anî ziman ku herî zêde pirsgirêka cihbûn û avê dijîn û xwest bi lezgîn pirsgirêka wan a xaniyan û avê çareser bibe. Welatiyan, da zanîn ku ji ber ceyrana gund jî qut bûye pirsgirêka ceyranê jî dijîn û nikarin xwe germ bikin. Welatiyan, destnîşan kir ku ji ber serma zêde ye û xaniyên wan hilweşiyane di naylonan de pir dicemidin û gelek zarokên wan ji serma nexweş dikevin. Gundiyan, anîn ziman ku heta niha ziyana gelek zêde bûye û alîkarî nehatiye kirin. Welatiyan, destnîşa kir ku ji ber malê wan hilweşiyane û nikarin li malan rûnên.

Heyet herî dewî derbasî navçeya Erdîşa Wanê ku herî zêde zerar dîtiye bûn. Heyetê li Erdîşê agahî ji Parlemenetrên BDP'ê Ozdal Uçer, Halîl Aksoy û Şaredarê Eganîsê Veysel Keser girtin. Heyet pişt re çûn konê xwarinê yên ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve hatiy vekirin. Leyla Zana û heyetê pişt re li welatiyan xwarin belavkir.

DÎHA/WAN