
Li Wargeha Mexmûrê Komîteya Ol û Baweriyê ya KCK´ê semînerek li ser exlaq, çand û baweriyê li dar xist.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Ol û Bawerî ya KCK’ê pêrêvarê li salona Konferansê, ji xwendekarên dibistanên amadeyî re girêdayî exlaq, çand û baweriyê semîner li dar xist. Di semînerê de bi sedan xwendekar amade bûn. Piştî rêzgirtina ji bo pakrewanan, endamê Komîteya Ol û Baweriyê ya KCK´ê Savaş Nûrheq axivî. Nûrheq got, “Pêwîst e em ol û baweriya xwe nas bikin û çima ji bo civakê ol û bawerî hewce ye divê em zanibin.”
Savaş Nûrheq gotina Ocalan a weke ‘Ol hafizeya mirovatî û civakê ye’ bi bîr xist û got, “Heger em bixwazin roja me ya îro xwe nas bikin, pêwîst e em li hafizeya xwe bikolin, û wateyê bidin tişta roja îro em dijîn. Ol jî li ser mejî, çand û exlaq bandoreke pirr kûr kiriye. Her civak xwedî bawerî û olekê ye. Civak ti caran bê bawerî û bê ol nemaye. Ne mimkun e ji vê demê û şûn ve jî, bê bawerî û ol bîmîne.”
‘Bawerî ji bo civakê girîng e’
Nûrheq gotinên xwe birin ser cihê exlaqê di avabûna civakê de û got, “Ji bo wê ol xwe dispêre exlaq. Ol û baweriya xwe nespêre exlaq, qewet û hêza xwe ji exlaq negire, tineye.” Nûrheq îşaret bi xetên di nava ol de kir ku yek jî xwe disipêre desthilatdariyê û ya din xwe disipêre civaka exlaqî û polîtîk, û got, “Ya ji bo bindestan û gel pêwîst, beşa ku xwe dispêre exlaq û komunal e. Ol dema ket destê desthilatdariyê ji rê derket. Pirr kes bi navê ol, ne rast diaxivin û agahiyên şaş belav dikin. Bi van axaftinên ne rast, civakê ji rê derdixin. Bawerî ji bo civakê gelekî girîng e. Ji bo wê pêwîst e rastiya ol em rast zanibin.”
‘Bi têkoşîna Hz. Muhammed re civak xwe rast dike’
Nûrheq diyar kir ku divê bi şert û mercên Îslam di wan de derketiye holê bêtin zanîn û got, “Bi têkoşîna Hz. Muhammed re civak xwe rast dike. Weke bîrdozî xwe komî ser hevdu dike. Li Mekkeyê berê mirovên ku ji pûtan bawer dikin hene. Li kabeyê hem cihê bazirganiyê hem jî 360 pût hene. Her qebîleyek xwedî pûtekî ye. Baweriya wê demê Ereb parçe kirine. Hz. Muhammed jî di wê demê de dixwest di nav qebîleyên Ereban de yekîtiyê çêke.”
‘Şert Kongreya Neteweyî li ser me ferz dikin’
Nûrheq têkildarî hewldanên ji bo yekîtiya gelê Kurd jî got, “Îro jî em dibînin ku Kurd dixwazin Kongreya Neteweyî çêkin, şert û merc Kongre Neteweyî li ser me ferz dikin. Lê hin kes bi fikrên cuda nêz dibin. Ji ber ku li berjewendiyên xwe yên qebîleyî difikirin, ne yên neteweyî.”
ROJNEWS / MEXMÛR