
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji bo rêjîma Tirkiyeyê tenê xemek heye, ew jî ku Kurd nebin xwedî pergal û mafên xwe bi dest nexin, nexasim piştî ku di şerê li dijî DAIŞ`ê de roniya stêrka Kurdan zêde bû û ji bo vê xemê Erdoxan kete nava serferberiyê, geh li deriyê Emerîka dixe, geh li yê Rûsya û gelek deriyên din jî…
Di 5`ê Îlona 2014`an de Emerîkayê damezrandina hevpemana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ragihand ku wê demê 10 welat beşdarê wê bûn, Tirkiyeya ku di bin re DAIŞ ava û mezin kir, ew jî qaşo ji bo şerê DAIŞ`ê tevlî vê hevpeymanê bû. Hingê çeteyên Tirkiyeyê ango çeteyên DAIŞ´ê êrîşeke mezin bi ser bajarê Kobanê de amade dikirin, û di 15 Îlonê de dest pê kirin û pê re daxuyaniyên rayedarên Tirk diherikîn û digotin Kobanê ket; sibe dikeve hwd… Lê berxwedana şervanên YPG/YPJ´ê wek sîleyeke xurt li rûyê Erdoganî ket, berxwedana ku li cîhanê giştî deng veda, hevpeymana navdewletî neçar kir ku were û destekê bide şervanan û roj bi roj Kobanê bi ser ket û pîlanên Tirkiyeyê bi bin diketin…
Erdogan gelek caran ji Emerîkayê xwest ku ji wî û ji YPG`ê yekê hilbijêre, lê her carê jî bersiveke tund lêvedigeriya û roj bi roj alîkariya Emerîka bi QSD`ê re zêdetir dibû ku dîsa bi alîkariya hevpeymanê şervanan bajarê Minbicê rizgar kir û derbasî rojavayê çemê Firatê bûn ku rojekê ji rojan Erdogan ew weke xeta sor bi nav kiribû lê tiştekî sor nebû ji bilî rûyê wî…
Her çiqasî em bibêjin û mînakên desteka Emerîkayê bi Kurdên Rojava re hebin, lê dîsa jî ji bo berjewendiyên xwe dev ji Tirkiyeyê jî bernade û xwe jê qût nake, Rûsya jî piştî xistina balefira wê, ji aliyê Tirkiyeyê ve pêvajoyeke nû di navbera wan de dest pê bû û hevkariya di navbera wan de zêde bû lewma hindek çavdêr wê nêzîkbûnê wekî siyaseteke nû ya Rûsî bi nav dikin ku ji dijberiya xwe ya bi Tirkiyeyê re vegeriyaye lê bi rêbazeke din dijberiyê dike…
Bi hatina serokê nû yê Emerîkayê re Erdogan careke din hêvî kir ku polîtîka bi Kurdan re bê guhertin, lê hîn Erdogan li benda peywendiyeke bi Trump re bû, bihîst ku gelek maşîneyên leşkerî ji aliyê welatê Trump ve ji QSD`ê re hatine şandin û li gorî hindek çavkaniyan ji bilî yên di ragihandinê de hatin eşkerekirin, gelek alîkariyên din jî hatiyne kirin û tê gotin ku di demeke nêz de wê bi rengekî fermî li paytexeta Emerîkayê Washingntonê nûnertiya Rojavayê Kurdistanê were vekirin, ji aliyekî din ve û qaşo ku Erdogan û Rûsya di meha hingiv de ne, beriya çend rojan balyozê Rûsî li paytexta Tirkiyê peyamek tûj da Erdogan û got, “em PYD, PKK terorîst nabînin…”
Bûyer û rûdanên nû roj bi roj li Sûriyê diqewimin û bi wan rewş tê guhertin û pêvajoya pêşiya me hîn zêde detayên wê ne diyar in, lê di berdewamiya vê rewşa heyî de û bi pêşketina Kurdan û hevalbendên wan re Erdogan wê dîn bibe…