Li navçeya Mêrdînê Dêrika Çîyayê Mazî, jina 72 salî ya bi navê Fatma Dînler, piştî ku dengê xwe bi kar anî, ji aliyê polîsên dewleta Tirk a dagirker ve hat binçavkirin.
Fatma Dînler a ku doh li dibistana Namik Kemal a li taxa Cevîzpinar a Dêrîka Çiyayê Mazî dengê xwe da, bi hinceta beşdariya mîtîngan hat binçavkirin. Ji ber beşdariya mîtîngan berê ceza bi îdîaya mixalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan li Fatma Dînler hatibû birrîn.
Malbata Fatma Dînler got, derbarê cezayê wê de ji wan re ti agahî berê nehatiye şandin. Polîsan Fatma Dînler a 72 salî sewqî Amedê kir.
MÊRDÎN