AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN

Li Nisêbînê, derhênerê ciwan Resûl Kaya, jiyana “dînan” kir belgefîlm. Navê belgefîlma Kaya “Meşa Koran” e.

Li Nisêbînê derhênerê ciwan Resûl Kaya, jiyan û têkiliya bi civakê ya berastengên zihnî yên li navçeyê kir belgefîlm. Navê belgefîlmê “Meşa Koran” e. Kaya, niha hewl dide belgefîlma xwe ji mîhrîcanên fîlman re bişîne. Kaya çawa ku Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Çûkûrovayê kuta dike, belgefîlma xwe dikişîne. Kaya, bi kameraya xwe bi pey “dînên” li navçeyê ketiye û piştî xebateke bi mehan belgefîlma xwe temam dike. Niha Kaya ji bo belgefîlma xwe bigihîne Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Parîsê, rotuşên dawî dike.

 ‘Min xwest guh bidim wan’

Kaya, diyar kir ku piştî qedexeya li bajêr hatiye îlankirin belgefilm kişandiye. Kaya, destnîşan kir ku piştî pêvajoya êrişên dagirkeriyê li navçeyê di navbera kesên li navçeyekê de jî “pevçûnek” rû daye û ji bo belgefîlma xwe got: “Niha îqtîdar xwestekên xwe li civakê ferz dike. Lê di civakê de hin kes vê qebûl nakin û li dijî wê têdikoşin. Her komek li cihekî bi cih dibe û li her derekê jî pevçûnek rû dide. Jin, kur û ên din li dijî zextên îqtîdarê li ber xwe didin. Lê kesên li derî vê xelekê ne jî hene. Em ji vana re jî dibêjin ‘dîn’. Ev li deverekê bi cih dibin. Hîsa xwedîdektina li cihekî, têkoşîneke aktîf ji bo wan tune ye. Derdekî wan ê ku xwe bi cihekî bidin qebûlkirin jî tune ye. Ew li cihekî ne. Di dema van şer û pevçûnan de em van kesan nabînin. Ne di nav civakê de ne, ne jî li derveyî wê ne. Min xwest di vê pêvajoyê de guh bidim van mirovan. Ji ber ku min dît xwe ji her tiştî dadiwerivînin, min xwest behsa wan bikim.”

Kaya, diyar kir ku nêzî salekê di nav van kesên berastengên zihnî de maye û got: “Ez û wan tev de jiyan. Min jiyana wan dît. Min ferqa wan dît. Ji bo min zehmet bû. Car hebû hestyar dibûm car hebû jî kêfxweş dibûm. Bawer dikim wê temaşevan jî vê yekê bibînin û bijîn.”

Divê destek bê dayîn

Kaya, anî ziman ku di dema kişandinê de bi hin zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Kaya, diyar kir ku li gor derfetên xwe ekîpmanek peyda kiriye û belgefîlm kişandiye û got: “Mecbûr mam kamereyê jî bi deyn bînim. Ji ber ku ev proje ne projeyeke populer e, kesî nexwest bibe sponsor jî. Loma kameraya me tim guherî. Em mecbûr man navberê bidin kêşanê.” Kaya, diyar kir ku niha ew hewl dide fîlma xwe bigihîne Mîhrîcana Fîlman a Parîsê û got, divê projeyên bi vî rengî bên destekkirin û bên teşwîqkirin.