Hevjîna Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku di encama êrîşekî çekdarî de jiyana xwe ji dest da Rakel Dînk bi malbatên ku xizmên wan di Komkujiya Roboskiyê de hatin kuştin, hate cem hev. Dînk da zanîn ku ji 24'e Nîsan a 1915'an heta 28'e Kanûna 2011'an li ser vê erdnîgariyê tiştek nehatiye guhertin û ji şûna ku dewlet sûcdaran bigire û ceza bike, sûçdaran diparêze û xelat dike.
Rakel Dînk a ku ji malbatekî ji Eşîra Vartoye û li gundekî nêzî Sîlopiyê hatiye dinyê, ji ber ku demek dirêj di nava gelê Kurd de mane zimanê kurmancî hîn bûye. Dînk bi zimanê Kurdî bi malbatan sohbet kir û sersaxî xwest. Dînk diyar kir ku ji bo dewletê her tim gotina 'Dewlet Baba' tê bikaranîn û wiha got: " Dewlet jî her tim xwe wekî bavekî xwest nîşan bide. Lê ev dewlet bavekî qatil e. Dewlet an li hemberî van tiştên tên jiyandin lêborîna xwe bixwaze, an jî dê qatiliya xwe qebûl bike.
Dînk anî ziman ku ji Eşîra Vartoyan e û wiha axivî: " Wê demê kesekî navdar ji eşîra me hate kuştin û laşê wî perçekirin û avêtin holê. Li ser vê yekê ji wir koçberî dest pê kir. Malbata min jî wê demê koç kir. Di sala 1915'an de gelê Ermenî bi destê gelên vê erdnîgariyê hatin qetilkirin. Niha jî bi destê cerdewanan heman tiştî dixwazin bikin. Birayekî wan dibe cerdewan û diçe aliyê dewletê û tu jî dibe aliyê din. Li hemberî te him birayê te yî cerdewan û him jî dewlet êrîş dike. Dikuje, eziyet dike, mafên te nadin te. Niha heke hûn Kurd in, divê bi zimanê xwe bixwînin. An dê hemû mafê bê dayîn an jî werin perçekirin. Belasebeb divê xwîna mirovan neyê rijandin. Li Îngîlîstanê di dibistanekî pir mezin de heke kesek tenê jî musulman be ji bo wî/wê dersên taybet organîze dikin. Dewlet an nêzîkatiya xwe ya li hemberî vê axê bike wekî ya Stenbolê (ku hemû maf li Stenbolê jî nehatiye dayîn), derfetên ji bo jiyanekî bi mirovî pêk bîne, an jî dê perçe bike, ji hev veqetîne. Tu wateya bi gotina parçenebûnê eziyet bide nêviyê vê tune ye."

'Em heman êşê dikişînin'
Dînk anî ziman ku di demên borî de ermeniyan jî li ser vê erdnîgariyê êşên gelek mezin jiyane û wiha axivî: "Heke em li dîrokê binêrin dê êşên me hîn kurtir biçin, lê em pêşbirkên êşa nakin. Heke em îro êşek dijîn, heman êş e. Divê em vê bibînin û bi zanebûna van tiştan biaxivin. Wê demê dê edalet hîn zûtir were. Divê em bi çavê em û hûn nenêrin, em hemû mirovên vî axê ne. Lê bi vê gotinê jî divê ez ermenibûna xwe jî bikaribim bêjim. Ez bikaribim bêjim 'ez xiristiyan im', şertên ola xwe bijîm, hûn jî bijîn."
Dînk bilêv kir ku dewlet jî wekî mirovan dikare biguhere û destnîşan kir ku heke niyetekî vê dewletê ya guhertinê hebe dikare biguhere û bi gavên erênî dikare êşên mirovan derman bike. Dînk da zanîn ku hatina edaletê bi gavên erênî yên dewletê mumkun e û wiha dom kir: "Dewletekî ku di şevekî di zagon diguherîne, heke bixwaze dikare edaletê jî bînê. " Dînk diyar kir ku dema tê herêmê rastî gelek noqteyên lêgerînê tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di rê de em rastî pêşwaziyekî taybet hatin. Lê me berdêla vê pêşwaziyê da. Hevjînê min ê wekî çiyayekî li erdê dan. Heke ji bo wê rêz li hemberî min digirin, bila negirin, ez pê diêşim. Bi hestên tawanbariyê vê yekê dikin. Lewra ji aliyekî vê dikin ji aliyê din jî bi qatîlan wêne dikişînin." 

DÎHA/ŞİRNEX