Belgefilma ‘Dîno’ ya ku qala jiyana karîkatur û wênegir Asaf Koçak ê di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate nîşandan.

Federasyona Gelên Anatolyayê nîşandana belgefilmê lidarxist û derhênerê belgefilm Kerem Tekoglû (Keremo) jî beşdar bû.

Beriya nîşandana belgefilmê ji bo bîranîna kesên di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn deqîqeyek rêz hate girtin. Belgefilm qala jiyana Asaf Koçak dike. Di belgefilmê de ji ber Koçak Kurd û Sunnî ye têkilî danîna bihêz ya  bi Elewiyan re jî tê nîşandan. 

 

VÎYANA