KADIR GUNEŞ/VIYANA
Belgefilma ‘Dîno’ ya li ser jiyana karîkaturîst Asaf Koçak ê di şewata Madimakê de hatibû qetilkirin, li Ewrûpayê tê pêşandan. Derhêner dixwaze bi taybet pêşî li Kirşehir û Sewasê belgefilmê nîşan bide.Bi derhêneriya Keremo(Kerem Tekoğlu) belgefilma bi navê ‘Dîno’ ya li ser jiyana karîkaturîst Asaf Koçak ê li Madimakê jiyana xwe ji dest dayî, li Ewrûpayê tê pêşandan. Belgefilm bi wesîleya salvegera qetlîama Madimakê li bajarên Elmanyayê Giessen,Ulmê û li paytexta Awûsturyayê Viyanayê derket pêşberî temaşevanan. Keremo li ser belgefilmê axivî.
Keremo li ser pirsa sedema çêkirina belgefilmê got:“Bi salan e li ser ziman, çand û dîroka Kurdan lêkolîn têne kirin. Ez jî van xebetan digihînim ser perdeya spî. Li aliyê din min hin pirtûkên zarokan ên bi Kurdî nivîsandin û di şanoyên bi Kurdî de jî min rol girtin ser xwe heta min mamostetiya şanogeriyê jî kir. Li dijî asîmîlasyona li ser Kurdî ji pirtûkên min nivîsandî heta bi belgefilmên xwe ez bi Kurdî radibim. Di nav xebatên xwe yên dawîn ên li ser Kurdên Enatoliya Navîn de min ferq kir ku pirr behsa navê Dîno dibe. Li gorî lêkolînên min ên paşî ez têgihiştim ku Dîno, Asaf Koçak e. Û bi vê yekê re min dest bi lêkolîna li ser Asaf Koçak kir. Bi birêveçûna lêkolînê re min ji xwe re got, divê ez jiyana Asaf tomar bikim da ku bibe arşîv.
Ne hêsan bû
Keremo îşaret bi rewşa li Tirkiyeyê û têsîra wê li xebatên xwe dike û dibêje:“Me ev belgefilm li derdora Kirşehir, Sewas û Enqerê kişand. Xebata me bi qasî salekê domî. Helbet di Rewşa Awerta a li Tirkiyeyê de kêşana belgefilmekî ne hêsan e. Carinan gava em ji bo kêşanê diçûn hin cihan, em neçar diman kamerayên xwe veşêrin. Carinan jî me karê xwe bi lez û bez dikir.“
Kurdên Enatoliya Navîn
Me ji Keremo pirsî di pêvajoya kêşana filmê de ka têsîra tiştekî taybet lê bûye, Keremo wiha li me vegerand:“Berî her tiştî min derfet dît ku ez Kurdên Enatoliya Navîn ji nêz ve binasim. Li ser jiyan û pêvajoyên wan ên dîrokî ez bûme xwedî gelek agahî. Gava ji aliyê dewletê ve têne sirgunkirin li van cihên çol û beyar têne bicihkirin ku mirov nikare teheyyûla jiyanê li ser bike. Dewletê xwestiye ew bi mirinê re rû bi rû bimînin. Lê belê van Kurdan li dijî ewqas polîtîkayên asîmîlasyonê jî karîne li wir ji xwe re jiyaneke bi çand û zimanê xwe ava bikin. Bi vî awayî heta niha hatine. Vê yekê têsîreke pirr giran li min kir.
Lê Asaf Koçak
Asaf mirovekî ji nav vê civakê derketî ye. Gava em li jiyanî wî hûr dibin em dibînin ku hîn ji zaroktiyê ve resim xêz kirine. Lewma dayika wî navê Dîno lê kiriye. Ew bi xwe Kurdekî Sunnî ye lê pirraniya hevalên wî Kurdên Elewî bûne. Ji ber têkiliyên wî yên bi Elewiyan re gelek kesan gotiye qey ew jî Elewî ye. Ez bawerim sedema başbûna vê têkiliyê serpêhatiyeke wî ya ji çaxên zaningehê ye. Asaf rojeke sar a zivistanekê nagihe trênê lewma bi meşê diçe heta bi rawestgeha din. Hindik maye ji serma bi qufilê xwe digihîne mala hevalekî xwe yê ji gund. Li wir jî pîrekî Elewiyan ji hişbûna ji sermayê difilitîne.
Ew yekî çawa bûye
Asaf xortekî li pey armancên xwe bûye. Piştî zaningehê dest bi mamostetiyê dike. Lê piştî demekê têdigihîje ku kêfa wî ji vî karî re nayê. Lewre ji bo bi karê dilê xwe resm û karîkaturistiyê re bilebike dest ji mamostetiyê berdide. Di jiyana xwe de her bi pirsgirêkên wî yên darayî çêdibin lê ew careke din li karmendiya dewletê venagere. Ew karîkaturîstekî pirr mezin e. Ew tiştên di wan çaxan de bi karîkaturên xwe dixwest bêje paşê yek bi yek rûdane. Ewî beriya şewata Madimakê ew bûyer xêz kiribû.
Di berhemên xwe de rengên Kurdan û nîgarên govendan gelek caran bi kar anîne. Lewre bi van xebatan li nasnameya Kurdan xwedî derketiye. Ev hemû têsîreke dijwar li mirov li dikin. Jiyana wî bi giştî têsîrê li mirov dike. Lewma cihekî taybet ê vê belgefilmê wê her li cem min hebe.”
Heke salonana bibînin
Li ser pirsa ma wê belgefilm li Tirkiyeyê jî were pêşandan Keremo got:“ Helbet wê biçe pêşberî temaşevanan. Jixwe galaya belgefilm wê di Îlonê de li Stenbolê pêk were. Wê li gelek bajaran were pêşandan lê bi taybet em dixwazin li Kirşehir û Sewasê nîşan bidin. Lê ez nizanim ka emê li wan deran ji bo pêşandanê salonan bibînin an na?”
Du belgefilmên din tên
Li ser pirsa me ya “Ka gelo projeyên te yên nû hene” Keremo got:“ Belê, vêga du belgefilmên min kişandî li ber montajê ne. Yek ji van Eyş û Evîn: Konê Mala Paşa çîrokeke sirguniyê ya di çaxê serhildana Agirî de ye. Ya din jî li ser jiyana rêveberê Komeleya Mafên Mirovan Şevket Epözdemîrê di 1993’yan de hatî qetilkirin e. Navê wê jî Humanîst e. Piştî me pêşandanên Dîno qedandin emê van belgefilman bidin pêşandan.”
Keremo kî ye?
Kerem Tekoğlu di sala 1984’an de li Farqîna Amedê ji dayî bûye. Di Şanoya Yıldız Kenter de perwerdeya şanoyê dîtiye. Di sê lîstikên şanoyî de hem derhênerî hem jî lîstikvanî kiriye. Ji sala 2003’yan û pê ve di Roj, Denge, Stêrk û Kurd Yek TV’yê de bernameyên bi Kurdî çêkirin. Her wiha wî di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Mezepotamyayê(NÇM) de dersên şanogeriyê dane. Bi 8 beşên ‘Şûr û Qelem’ jî ji Enstîtûya Kurd a Stenbolê heta NÇM’yê sazûmantiya Kurdan weke belgefilm amade kir. Her wiha ‘Qulingê Birîndar’ jî beriya belgefilma ‘Dîno’ amade kiribû. 5 pirtûkên ji bo zarokan, pirtûkeke helbestan û fergenga têgehên hiqûqî jî di nav de bi tevayî 7 pirtûkên wî jî hene.