YEKO ARDIL / BERLÎN


Li paytexta Elmanya Berlînê panelek li ser rewşa dawî ya Rojava û şerê hundir ê Suriyeyê hate lidarxistin. Di panela ku bi mebesta bîranîna serhildana 12 ê Adarê ya sala 2004 an a Qamişlo û rewşa îro ya Rojava de hat lidarxistin nûnerê xweseriya demokratîk ê Elmanya Mesud Hasan û dîroknas Dr. Gundî Dilberz wek axifker beşdar bûn. Di panela ku ji aliyê Dr. Serwer Abdullah ve hat birêvebirin de li dor 80 kes jî wek guhdar amade bûn.

Rewşa rojava ji bo dinyayê taybet e

Panel saet di 16.00 an de li Pallasta Schonbergê dest pê kir. Dr. Serwer Abdullah di axaftina vekirinê de da zanîn ku ev xebatên bi navê dîalogê bi serpereştiya Cemaeta Kurd tên li darxistin. Abdullah wiha got: Ev dîaolog ne tenê di navbera Kurdan de her wiha di navbeyna Kurd û Elmanan û gelên din de jî girîng in.  

Mesud Hasan jî wiha axivî: “Em vê panelê ji bo bîranîna şehîdên Serhildana 12 ê Adarê û ji bo nirxandina rewşa dawî ya Rojava û Suriyê li dar dixin. Me ji wê pêvajoyê dersên girîng derxistin. Amadekariyên berfireh hatin kirin. Ev şoreşa ku niha li Rojava û Suriyê li dar e berhemên wê Serhildanê û amadekariyên pişt re ne. Niha 35 dewletan îtiraf bi federaliya me kirine, li deverên cihê yên dinê 5 nûnergehên me hene. 

Hasan derbarê qedexekirina al û sembolên PYD, YPG, YPJ ê li Elmanyayê de jî wiha got: “Lobiyên Tirk li vir bi xurtî kar dikin. Elman jî wek dilxweşiyekê carbicar van karan diyariyê Tirkan dikin. Da ku lobiya Tirk hinek aram û sakîn bikin. Em ê bi tevahiya hêza xwe bi riya qanûnî û demokratîk doza mafên xwe bikin. Elman jî di nav de dinya tev de deyndarê me ye. Ew şerê ku YPG û YPJ dike jiyana Ewrûpiyan jî li vir misoger dike. Divê ev hîç neyê jibîrkirin.“

Hesen derbarê êrîşa li ser Şingalê ya ji aliyê çeteyên KDP ê de jî wiha got: “Ev karteke dawî ya di destê Erdogan de bû. Divê neyê jibîrkirin ku ev xizmeta Başûr jî nake. Dîsa divê neyê jibîrkirin ku Rojava li hemberê her cure êrîş û terorê hişyar û amade ye.“

‘Divê Kembera Erebî neyê jibîrkirin’

Dilberz di destpêka axaftina xwe de behsa dîroka nêz a Rojava kir bang li Kurdan kir ku projeya rejîma Baas a bi navê Kembera Erebî jibîr nekin. 

Dr. Dilberz li ser Serhildana Qamişlo jî wiha axivî: “Ew êrîş û qetlîameke ji aliyê rejîmê ve bi zanîn û plan hat encamdan. Ya qewimî ne serhildan bû, amadekariyeke wisa jî nebû, gel li ber xwe da û tevger berfireh bû vegeriya serhildanê. Ya esasî amedakariya şoreşê piştî wê serhildanê hat kirin û ev destkeftên ku îro li Rojava heyîn berhemên wê demê ne.