Servîsa zanistiyê ya Komîsyona Ewrûpayê diyar kir ku 75 ji sedî yê rûyê erdê bûye çol û xera bûye. Eger tedbîr neyên girtin ev rêje dibe ku sala 2050’î bibe 90 ji sedî.

Vê tespîta zanyara di versiyona nû ya atlasa çolbûnê ya cîhanê de cih girt. Atlas dawiya meha Hezîranê ji aliyê Navenda Lêkolîna Hevpar a Yekîtiya Ewrêpayê ve hate weşandin.

Li gorî vê yekê, her sal li cîhanê erdekî ji 4 milyon metreçargoşeyî xera dibe. Ev yek jî bi qasî nîvê erdê Yekîtiya Ewrûpayê ye. Hişkbûn û xerabûna axê bi taybetî li Afrîka û Asyayê dibe.

Divê tavilê tedbîr werin girtin

Ziwabûn û xerabûna axê, wê bandoreke giran li ser rekolteyê bike. Tê gotin, heta sala 2050’î wê 10 ji sedî rêjeya rekolteyê kêm bibe. Li gel vê yekê nifûsa li cîhanê zêde dibe û ev yek jî bandorê li çavkaniyên xwezayî dike.

Tê gotin ku tenê li Yekîtiya Ewrûpayê maliyeta xerabûna axê salane 10 milyar Euro ye.

Li gorî zanyaran, koçberiya sala 2015’an rû da wê bandorê li 700 milyon kesî bike.

Komîsyona Ewrûpayê dest nîşan dike ku divê tavilê tedbîrên sererastkirinê bên girtin.

BRUKSEL