Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ebdulselam Mustefa, li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên wekî “PYD û YPG hemû terorîst in, hêvîdarin ku dê Amerîka nêrîna xwe di ber çavan re derbas bike”  axivî û destnîşan kir ku dinya kesayet û feraseta Erdogan nas dike.

Ebdulselam Mustefa nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan dan û got: “Pîvanên Erdogan ên derbarê terorê de cuda ne. El-Nusra û DAIŞ’ê wekî ‘teror’ nabîne, lê PYD’ê dibîne. Dinya alem dizane ku PYD partiyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê ye û xebatên xwe didomîne.”

Mustafa anî ziman ku YPG jî hêzeke parastinê ya herêmê ye û wiha pê de çû: “Wekî ku hemû cîhanê dît YPG’ê bi hezaran gelê me yê Êzîdî ji êrîşên hovane yên çeteyan rizgar kirin. Rêya Şengalê vekir. Li Rojava jî hemû pêkhate cihê xwe di nava YPG’ê de digirin û têkoşîna azadiyê dimeşînin. Heke Erdogan wisa dibîne, ew pîvanên wî ne. Dinya hemû dizane ku Erdogan piştgiriya El-Nusra û DAIŞ dike. Ji ber ku dinya hemû viya dizane ne hewceye ku li ser gotinên wî jî zêde şîrove bê kirin.” 


 ANHA/QAMIŞLO