
Şervanê QSD’ê Mazin El-Ehmed ê Ereb ji gundê Mişecret El-Şibil e; ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên ku gundê wan dagir kiribû, ji gund reviya û berê xwe da bajarê Girê Spî. Mazin li vir tevlî nav refên Şoreşgerên Reqayê bû.
Mazin piştî 5 salên dûrmayînê li nuqteyeke korîdora ku şervanên QSD’ê lê koçberên Reqayê pêşwazî dikirin, rastî malbata xwe hat.
Mazin ê ku li wir koçber pêşwazî dikirin û alîkariya wan dikir da ku bigihêjin cihên bi ewle, di nav komeke koçberan de rastî dayika xwe ya ji çeteyan reviyayî û xwe gihandibû şervanên QSD’ê, hat.
Di van kêliyan de dayikê kurê xwe hembêz kir û ruyê wî ramûsand. Dayîka Zihêl piştî ku kirasê DAIŞ’î ji ser xwe avêt û cilên ji çanda Erebî ku di bin de lê bûn li xwe hiştin, li kurê xwe nihêrî û careke din ew tevlî xwe kir û got: “Ooo ev e ruhê min. Dinya hemû niha ya min e”.
Li ber wan kalemêrekî rûspî rawestiyabû û bi kelecanek bêhempa li kur û dayikê dinêrî. Ew jî bavê Mazin bû.
Mazin piştî dayik û bavê xwe hembêz kirin got, “Ez nikarim wesif bikim çi di hundirê min de digere. Piştî dûrketina 5 salan a bi darê zorê, ez niha tevî hevalên xwe çeteyan ji herêma xwe derdixim û bajarê xwe rizgar dikim. Min ev pêla rizgarkirinê ji Kobanê da destpêkirin. Niha jî piştî me Kobanê, Girê Spî û gelek deverên din ji DAIŞ’ê rizgar kirin, em gihiştin Reqayê. Hêviya min tenê ew bû ku dayik û bavê xwe saxlem bibînim. Û va ye hêviya min bi cih hat.”
NORHAN EBDÎ / ANHA / REQA