Di rojnameya Îsraîlî Jerusalem Postê de nivîseke Seth J. Frantzman hat weşandin ku helwêsta Elmanyayê ya beramberî Kurdan bi gotinên dijwar rexne kir. Frantzman ser nivîsa “Elmanyaya ku Sedam Huseyn çekdar kir, dibêje dewleta Kurdan wê zirarê bike li aştiyê.
Nivîskar îşaret bi daxuyaniyeke serokwezîra Elman Angela Merkel dike ku Deutsche Welle (DW) ya Erebî weşandibû. Di vê daxuyaniya ji bo xwendekarên li Saksonya Jêrîn de wê gotibû, “dewlet ne ji heqê Kurdan e ji ber ku ev xizmeta aştiya li herêmê nake”. Nivîskar bi bîr dixe ku bi giştî herçî Herêma Kurdistanê ya Federe ye, hikûmeta Elman bi giştî destek dayê, peşmerge perwerde kirine. Lê dema ku mesele dibe diyarkirina çarenûsê, Elmanya li eyarên xwe yên destpêkê vedigere. Nivîskar bi bîr dixe ku di dema Enfalê de 27 şirketên Elmanyayê pişta Sedam girtine, lê hikûmeta Elman ji vê ti carî aciz nebûye. Ew her wiha bi bîr dixe ku gotareke di Berkeley Journal of International Law sala 2013´an Elmanya bi “Hevkariya qirrkirina li dijî Kurdan” tevî Sedam Huseyn gunehbar kiriye.
Sûcên Elmanyayê ne yek û didu ne
Nivîskar li vir hizreke li ser rast û şaşbûna biryara Kurdan îfade nake û vê weke mafê diyarkirina çarenûsê dibîne. Lê ya ew bi rastî dike, nirxandina gotinên Merkelê yên “Aştiya li herêmê” ye. Li gorî wî, ev helwêst heman helwêsta Elmanyayê ya sedsala 20´an e ku du şerên cihanê dane destpêkirin û beriya wê jî li Namîbyayê du milet qirr kirine, piştre jî di dema Şerê Cihanê yê duyem de Cihû û Roma-Çingene qirr kirine. Ew di vê çarçoveyê de dewra Elmanyayê di wê yekê de ku Sedam Huseyn Kurd bi gazên jehrî qirrkirin, bi cih dike.
Ew paşê bi bîr dixe ku hîna nû ew qoqên seriyan ên mexdûrên qirrkirina li Namîbyayê sala 2018´an li welatê wan û miletê wan hatine vegerandin ku hingê şandibûn Elmanyayê. Ev qoqên seriyan ji bo lêkolînên îsbatkirina nijada ji nijadên din çêtir de anîbûn Elmanyayê. Piştre jî vê tesbîta bi lome dike,”Xwendekarên Kurd ji Merkelê nepirsîn ka rola Elmanyayê di bigurçûpêçkirina Sedam çi bû, yan jî ka Elmanyayê di sedsala 20´an de çi şer dane dest pê kirin.”
FRANKFURT