Projeya Şanoyê ya New Hampshire (NHTP) li Ingilîstanê, Hezar Dergeh a Diane Edgecomb diviyabû 18’ê Hezîranê nîşan bide. Lê ji ber şewba vîrusa koronayê, ev performansa nikare zindî li şanoyê bê nîşandan. Li şûna NHTP wê performansê di ser kanala xwe ya youtube de nîşan bide û paşê jî sohbeteke zindî ya online bi Diane Edgecomb mumkin bike. Performansa li ser youtube bê nîşandan, par havînê di Festîvala Çîrokbêjiyê ya Navneteweyî ya Skoçyayê hatiye qeydkirin. Navê performansê ji gotina pêşiyan a Kurdan, “Dinya yek e, dergeh hezar” tê. Diane Edgecomb ji bo vê performansê çûbû Bakurê Kurdistanê û bi gelek çîrokbêjan re peyivî bû û çîrok û serhatiyên wan qeyd kiribûn. Lê di performansa xwe de ew ne tenê behsa çîrokên Kurdî dike, ew di heman demê de behsa qirkirina Kurdan bi destê dewleta Tirk dike, nexasim jî behsa hewdana tinekirina ziman û çanda Kurdî dike. Diane Edgecomb qederê deh salekî ji bo vê projeyê li Bakurê Kurdistanê têkilî danîne, geriyaye û çîrok û serhatî tomar kirine. Me berê kitêba wê A Fire in My Heart: Kurdish Tales (Agirek di dilê min de: Çîrokên Kurdî) dabû nasîn ku di encama vê xebatê de hatibû nivîsandin. Performansa li ser youtube wê bi bilêt karibe bê temaşekirin û performans 18’ê Hezîranê saet 19.00’an (li gorî saeta Ingilîstanê) wê bê weşandin. LONDON