Di nava amûrên muzîkê ên navdar de ku êdî weke ku parçeyek ji muzîka klasîk a rojavayî be belav e, harp jî heye. Lê di rastiyê de ev amûra hanê, ji amûrên muzîkê ên kevnar ên mezopotamya û Zagrosan e. Kevintirîn harpên li dinyayê hatine dîtin li Zagrosan hatine dîtin ku îro erdên Rojhilatê Kurdistanê ne û heta beriya mîladê bi sala 4 hezaran diçin. 



Ji serdema Sumeran jî heta bi 3 hezar û 500 salan beriya mîladê, ango beriya bêhtirî 5 hezar salan ev amûr li Mezopotanyayê gelekî hatiye bikaranîn. Paşê em li ser hiyeroglîfên Misrê jî dibînin ku ev amûr ji salên 3 hezarî beriya mîladê û pê ve tê bikaranîn.



Li Ewrûpayê pêşî di nava miletên Keltî de ev amûr belav e û ji sedsala 8´an û pê ve ji Îrlanda, welatên galiyan heta bi Baskê li gelek deveran şiklên harpê em dibînin. Hîna nû di dawiya sedsala 18´an de weke amûreke orkestrayên muzîka klasîk cihê xwe digire û bi forma xwe ya dawî digihîje qonaxa xwe ya heta niha ya beridîna xwe.    



Kevintirîn amûra bi têl

Harp pirranî ji daran tên çêkirin û amûreke bi têl e. Têlên wê ango tayên wê berê ji mûyên heywanan yan jî fîbrên giyayî dihatin çêkirin. Ev têl yek bi yek dikarin bên eyarkirin bi xêra pişkokan. Têl di navbera dareke sabît û kodikeke deng de tên şidandin. 


FRANKFURT