Şandeya HDP'ê û ya Kurdî-Derê li ser mijara rakirina astengiyên li pêşiya Kurdî wek zimanê dayikê, li Parlemana Ewrûpayê (PE) û li Konseya Ewrûpayê (KE) hevdîtinan pêk tîne da ku Yektiya Ewrûpayê (YE) mijarê bixe rojeva xwe. Heyetê her weha daxwaza piştgiriyê kir di meseleya doza Dibistana Alî Erel a hatî girtin a li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) de.
Parlemantera HDP'ê Selma Irmak, Nûnera Egitim-Senê Arîn Zumrut Karakoyun, nûnerê Kurdî-Derê Alî Erdemirci û li ser navê Akademiya Ehmedê Xanî Îbrahim Zarg hevdîtinên xwe yên ji bo fermî qebûlkirina perwerdeya bi zimanî Kurdî li PE û KE’yê qedandin.
Parlemantera HDP'ê Irmak li hevdîtinên xwe yên li Bruksel û Strasbourgê ji rojnameya me re peyivî û got, "Li Tirkiyeyê li pêşiya perwerdeya bi Kurdî astengiyên pirr mezin hene. Halê hazir hîna jî qanûn bi tenê destûrê didin fêrkirina Kurdî. Di vê rewşê de jî bersiva pêdiviyên Kurdên li gorî texmînan nifûsa wan li Tirkiyeyê 25 milyon e, hîç nayê dayîn. Sererastkirina qanûnî ya ku tenê destûrê dide kursên Kurdî û dibistanên taybet têra çareseriya pirsgirêkê nake. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke ye."
Divê astengiyên li pêşiya Kurdî werin rakirin
Irmak dibêje, "Li Dinyayê ya esas pirrzimanîbûn e" û rexneyên xwe li dewleta Tirk û daxwazên xwe ji Ewrûpayê jî weha kirin rêz:
o Tirkiye yek ji damezrênerê KE'yê ye, lê di meseleya pêşîgirtina asîmîlasyonê û mafê zimanê dayikê de tevî ku peyman mohrkirine guh nade prensîpên diyarkirî.
o Em dixwazin ku miraceata me ya li DMME'yê ya ji bo rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya bi Kurdî, were destekkirin û PE û KE mijarê bixin rojeva xwe.
Miraceata DMME'ê girîng e
o Li Tirkiyeyê projeya me ya "dibistanên azad" heye. Li vir heta sinifa 3'yan perwerde bi Kurdî ye û paşê hem bi Kurdî û hem bi Tirkî ye. Bi ya me di vê ev rêbaz weke esas were dîtin.
o Dibistana me ku rexmê ku bi destûra Midûriyeta Perwerdeyê hatibû vekirin jî, piştî bi 4 mehan bi biryara walîtiya Amedê hat girtin. Me ev rewş gihand DMME'yê. DMME'yê miraceata me weke "rojeva li pêş" qebûl kir. Heger DMME biryareke erênî bide, pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê ku beşeke girîng a pirsgirêka Kurd e, wê were çareserkirin û destekê bide çareseriya erênîtir a xwe disipêre diyalogê.
Pêşnûma-pirs tê amadekirin
Irmak da zanîn ku hevdîtinên wan erênî bûn, û got, "Em li PE'yê bi Baskiyan, Îrlandiyan, koma Yekîtiya Parlemanteran û parlemanterên elaqedarî karê sendîkayê re peyivîn. Ji van hevdîtinan em xwedî çavdêriyeke erênî ne. Wan got, divê êdî perwerdeya bi zimanê dayikê bibe rojev. Me pêşniyazî wan kir ku pêşnûma-pirsan amade bikin û bersivên wan erênî bûn. Li KE'yê jî me xwest ku mijar bikeve rojeva parlemanê. Me pêşnûma biryar jî pêşkêşî wan kirin. Di heman demê de niha pêşnûma-pirsek tê amadekirin. Me bi taybet xebata xwe di ser dibistana Alî Erel ya hatî girtin, meşand. Heke saziyên li vir mijarê bixin rojeva xwe û bikevin nava hewldanan wê çareseriyeke cidî derxîne holê."
Irmak bi bîr xist ku li Tirkiyeyê perwerde bi zêhniyteke yekparêz tê kirin û got, "Dinyayê hemûyê avahiya pirrzimanî qebûl kir, vediguhere li gorî wê, lê Tirkiye hîna bi rik yek zimanî diparêze. Asîmîlasyona giran binpêkirina maf a herî cidî ye. Çareserkirina pirsgirêkê wê bibe gaveke girîng a ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê."
Me pişta înkarê şikand, em ê zora qedexeyê jî bibin
Nûnerê Kurdî-Derê Alî Erdemirci jî bi bîr xist ku berê li dinyayê li ser zimanê Kurdî înkar hatibû ferzkirin. Lê belê pişta vê înkarê hat şikandin. Lê belê qedexe dewam dike û di warê perwerdeya zimanê dayikê de astengiyên cidî li pêşiya wan hene.
Erdemcî îşaret bi wê yekê kir ku wan li gorî daxwaza gel û peymanên navneteweyî dibistan vekirine û weha dewam kir: "Lê belê Dibistana Alî Erel hat girtin. 63 xwendekar bêpar hatin hiştin ji mafê perwerdeyê. Xala 'ji Tirkî pê ve bi zimanekî din perwerdeya bi zimanê dayikê nikare were dayîn' ne li gorî peymanên navneteweyî ye û em hewl didin vê bînin rojeva Tirkiye û Ewrûpayê. Em ne li dijî Tirkî ne, em li dijî qedexekirina Kurdî ne. Ya em dixwazin ew e ku KE'ya ku Tirkiye jî endamê wê destekê bide vê daxwaza me. Me reaksiyonên erênî dîtin, lê belê ka wê encam çi be em ê bi demê re bibînin."
Li vir hêjayî bi bîr xistinê ye ku Peymana Mafê Zarokan a ku Tirkiyeyê mohr kiriye û Peymana Pîvanên Bingehîn a KE'yê ku mohra Tirkiyeyê jî li binê heye, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl dikin.
REHA SARI/STRASBOURG