Di civînê de li ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk yên li ser xelkê sivîl û Herêmên Parastinê yên Medyayê hate rawestin û civîn van êrîşan bi tundî şermezar dike. Her wiha li Bakurê Kurdistanê pişgirî dide îlan û avakirinên rêveberiyên xweser ên gelê Kurdistanê.Her wiha di encamnameyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Her wiha di encamnameyê de bang li hikûmet û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku pirsgirêkên heyî bi rêya demokrasî û qanûnan pirsgirêkên heyî çareser bikin.
Di encamnameyê de hate ragihandin ku rewşa Rojavayê Kurdistanê jî bi berfirehî hatiye guftûgo kirin û daxwaza naskirina statuya Rojava li sazî û rayagiştî ya navteweyî hate kirin.
Polîtîkayên îdamê yên rêveberiya Tehranê jî ji aliyê Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanê ve bi tundî hatin şermezar kirin. Di encamnemeyê de têkoşîna jinên Kurd hate silavkirin û biryara piştgiriya vê têkoşînê hate dayin. Her wiha hat hîn bûn ku di civînê de dîsa hewl û têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên Kurd yên Êzidî rijd û dubare kir da ku berdewam bin ji bo gihandina doza wan bo nav astê navdewletî.
Komîteya diplomasî ya hevbeş biryar da ku peywendî yê li gel civaka navdewletî û hemû rêxistinên navdewletî bike, ji bo ku nameyeke taybet li ser ev xalên li jor hatin bigehîne destê wan. Di heman demê de bang li hemu partiyên siyasî yên Kurdistanî dike ku, tevlî komîteya hevbeş bibin û bi hevre karê dîplomasiyê bikin.Civîn her wiha hewlên însiyatîfa parlamenterên YE yên ku, dixwazin PKK ji nav lîteya terorê derxînin bi bilindî dinirxîne û bi her awayî piştgiriya wan dike. Civînê teqez kir ku, gerek her kes rûmetê ji bîr û raya azad re bigre û her wiha bi xurtî piştgiriyê bide medya neteweyî û demokratîk.
BRUKSEL