Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Dijwar Xebat da xuyakirin ku Fermandarê Hêzên Navendî yê DYE’yê (CENTCOM) General Joseph Votel serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye. 

Jixwe, Nûnerê taybet ê Serok Dewletên Yekbûyî ji bo Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê Brett McGurk jî bi rêya twitterê piştrast kir û got “Dema ku lîderên DAIŞ´ê hatin kêmkirin û bûn qeydên deng ên di tariyê de, fermandarê CENTROM´ê general Votel li Sûriyê bû ji bo amadekirina hêrişa li dijî Reqqayê.”


Yekem serdana pilebilind a eskerî

Fermandarê QSD´ê Dijwar Xebat da xuyakirin ku Fermandarê Hêzên Navendî yê DYE’yê (CENTCOM) General Joseph Votel serdana Rojava kiriye. Fermandarê CENTCOM’ê General Joseph Votel û rayedarên leşkerî yên DYE´yê yên pê re çûn Rojavayê Kurdistanê û bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG´ê jî di nav de ye, hevdîtin kir.


Em ê her alîkariya pêwîst bikin bi Rojava re

Der barê serdana Fermandarê CENTCOM’ê General Joseph Votel de, yek ji Fermandarên QSD´ê Dijwar Xebat ji ajansa nûçeyan RojNewsê re axivî û diyar kir ku General Joseph Votel serdana Kobanê jî kiriye û got: “Di hevdîtinan de, li ser gelek mijaran hat axaftin. General Joseph Votel ragihand ku tişta pêwîst be wê bikin û her alîkariyeke pêwîst e wê ji bo Rojava bikin.”

Dijwar Xebat destnîşan kir ku di hevdîtinan de herdu aliyan biryar da ku peywendiyên xwe yên di warê leşkerî de xurt bikin û got; “General Joseph Votel ji me re got, operasyona Reqayê destpê bikin, tişta ji destê me bê, em ê di warê alîkariyê de bikin.”


Di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ´ê de

Serdana Votel serdana destpêkê ya asta herî bilind a ji bo Rojava ye di warê eskerî de ye. Ji rojnamevanên navdar ên Emerîkî David Ignatius ku alîkarê ser-edîtorê rojnameya Washington Postê ye jî refaqetî vê serdanê kir.

Rayedarên CENTCOM’ê diyar kirin ku Fermandar Votel li Rojava bi wan hêzan re civiyaye ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin û her weha çûye serdana leşkerên Emerîkî yên wezîfeya perwerdeyê û şêwirmendiyê dikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “General Votel, bi şervanên Ereb yên Sûrî û bi şêwirmendên leşkerî yên Emerîkî ku bi rêberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kom bûye.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN