Heyeta bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li paytexta Rûsya Moskowayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek bi qasî saetekê pêk anî. Heyeta ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Berpirsyarê KNK’ê yê Têkiliyên Derve Nazmî Gur, Nûnerê KNK’ê yê Rûsyayê Selahattîn Soro, Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev û Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd Merab Şamiyev, bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinê pêk anî.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, piştî hevdîtinê, ji ANF’ê re axivî. Demîrtaş bibîr xist ku di têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê de, ji ber xistina balafira Rûs krîz derketiye û got, “Bandora vê krîzê ji aliyê siyasî û aborî ve heye. Her wiha bandorê li herêma Rojhilat Navîn jî dike. Em jî weke HDP di wê baweriyê de ne ku divê ev krîz bandorek neyînî li xwendekarên xwedî parasporta Tirkiyeyê ne, li karker û karsazan neke. Me ev yek bi Wezîrê Karên Derve re parve kir.”


Xwerêveriyê didin nasîn 

Demîrtaş da zanîn ku Tirkiye di nava pêvajoyeke guherîn-veguherînê de ye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Em dixwazin ev guhertin ber bi aliyê piralî, demokrasî û azadiya hemû nasname, çand û baweriyan ve be. Li aliyê din, zîhniyeta AKP’ê hewl dide guherîn-veguherînê ber bi aliyê yek şexsî, nîjadperestî, olperestî, mezhebî ve bikişîne. Di navbera van her du xetên guherînê de pêşbirkek siyasî, îdeolojîk û rageşî heye. Em nêrînên xwe yên di vî warî de bi raya giştî ya navneteweyî re parve dikin. Bi Rûsyayê re jî me ev nêzîkatiya partiya xwe parve kirin.”

Demîrtaş da xuyakirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd gihaştiye asteke gelekî girîng û got, “Daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd weke daxwazeke rewa xwe nîşan dide. Lê belê AKP bi tank, hêzên bejahî û bikaranîna artêşê re polîtîkaya komkujiyê û şikandina vînê li hemberî gelê Kurd dimeşîne. Di vê mijarê de em dixwazin daxwaza gelê Kurd a hebûna bi statuya xwe ya xwerêveberiyê re, ji aliyê tevahiya civaka cîhanê ve were dîtin. Em bi mûxatabên xwe re van parve dikin.”


‘Kurd derdikevin ser dika dîrokê’

Demîrtaş bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û axaftina xwe wiha dewam kir: “Li aliyê din, li Sûriyeyê asteke nû hatiye bidestxistin. Li Sûriyeyê nîqaş li ser nivîsandina destûra bingehîn a nû destpê kiriye. Nîqaş tê kirin ku li Sûriyeya nû wê di Destûra Bingehîn de çi hebin, kîjan maf di kîjan astê de wê bê naskirin. Weke partî em alîgir in ku hemû reng, bawerî û nasnameyên civaka Sûriyeyê bên ewlekirin û di destûra bingehîn de bên parastin. Rêxistinên mîna DAIŞ û dûvikên El Qaîdeyê, bi barbarî, bi dijminatî li hemberî van cihêrengiyan derdikevin. Gelê Kurd ê li Sûriyeyê jî, li hemberî barbariya DAIŞ’ê berxwedana herî leheng nîşan dide. Lewma di destnîşankirina pêşeroja Sûriyeyê de, naskirina gelê Kurd, naskirina hebûna gelê Kurd a li wê derê, wê di çareseriya prisgirêkên li Sûriyeyê û pêkhatina aştiya li Rojhilata Navîn de roleke diyarker bilîze.

Di sedsala pêş de wê Kurd êdî li Rojhilata Navîn aktorekî girîng be û divê êdî ti kes bi têkiliyeke taktîkî, têkiliyeke bikaranînê nêzî Kurdan nebin, Kurdan weke ‘qerta Kurd’ nebînin. Pêwîste ev nêrîn were guhertin. Kurd vê qebûl jî nake. Kurd wê di sedsala nû de bibe hêzeke mezin a siyasî, hêzeke demokrasiyê. Gelê Kurd ku ji bo jiyana bi hev re ya hemû nasname û mezheban û gelên li herêmê rêya sêyemîn pêşniyar kir, ji nû ve derketiye ser dika dîrokê. Pêwîste hêzên navneteweyî jî bi dîtina vê rastiyê re bi Kurdan re têkiliyê deynin û polîtîkayê biafirînin. Li her cihê em diçin serdana wan, em vê yekê bi awayekî zelal tînin ser ziman.”

Demîrtaş diyar kir ku di çareseriya krîza Rûsya-Tirkiyeyê de ew dixwazin rolekê bigirin ser milê xwe û got, “Ji ber em li hundir û li derve polîtîkayeke li dijî şer dişopînin. Em dixwazin pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk, bi diyalogê werin çareserkirin.’


‘AKP bêpîvan tevdigere’

Demîrtaş anî ziman ku biryara AKP’ê ya xistina balafirê şaş e û got, “Hûn jî dizanin, Serokkomar di vê mijarê de polîtîkayeke gelekî hevnegirtî meşand. Di destpêkê de got ku xistina balafirê biryareke rast e, dûre hilkumiya û got, ‘Eger me zanîbûya balafira Rûs e me nedixist’. Dûre got, ‘Eger dîsa rewşeke bi vî rengî rû bide, em ê dîsa bixin’. Piştre got, ‘Şaşîtiya pîlot e’. Ev polîtîkayên hevnagirin, çareseriyê jî dixitimîne. AKP di her mijarê de hildikume, nêzîkatiyeke bêpîvan nîşan dide. Sekna bi pîvan a partiya me jî, bala gelên Tirkiyeyê, bala civaka navneteweyî dikişîne. Wekî din, gelê Kurd bi rastî jî di demeke gelekî zehmet de, berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Li Şengalê, li Kobanê, li her cihên Rojava bi lehengî li ber xwe dide. Cîhan hemû hurmetê nîşanî vê dide.

Têkiliya ji nêz a HDP’ê bi gelê Kurd re, bi civaka li Rojava û Başûrê Kurdistanê re, dostaniya bi tevgerên siyasî re bala her kesî dikişîne. Ev hemû ji bo avakirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê, ji bo avakirina aştiya herêmêı ye. Ev nêzîkatiya me bala Rûsyayê jî dikişîne û destekê dibîne.”


Pirsgirêka welatiyên li Rûsyayê

Hevseroke Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hevdîtina wan a bi Lavrov re serketî derbas bûye û got, “Xebatkar, karsaz, karker û xwendekarên li Rûsyayê divê zanibin, ku nasnameya xwe çi dibe bila bibe, ji bo her kesên xwedî pasaporta Tirkiyeyê em ketin nava hewldanan. Di vê hevdîtinê de jî me bi awayekî berfireh ev bilêv kirin û bi pêş de gav avetin. Em ê di çareserkirina pirsgirêka yên xwedî parasportê ne de, rê li ber pêşketinan vekin. Ji ber ku di hevdîtinê de me mesajên bi vî rengî stendin.” 



ÊRÎŞ QOSER/ANF/MOSKOWA