Di salvegera komploya navneteweyî de, gelê Kurd qonaxek dîrokî dijî. Li herêmê jî, trajediyek volqanî heye. Kurd di navenda vê trajediyê de ne. Ev destîniyek xwedestî ye û çerxa xwe xerab digerîne. Hemberî ku her tişt ayan-beyan xuya dike; bûyerên rojane weke neynika paşerojan bin jî, gelek kes û derdor bi berçavikên hespan li cîhanê dinêrin. Davik û kemînên li pêşiya kurdan nabînin, yan jî naxwazin bibînin. Davik û kemîn mezin û xedar in.

Guman dikim ku di nava du-sê mehên dawî de, kurd jî di nav de, her kes, hewldanên Birêz Ocalan dişopîne. Hemberî ku  di Girava Imralî de dîlgirtiye jî, di nava haraketê de ye. Rewşa metirsînî, davik, kemîn û lîstikan dibîne. Geh bang li Bakur dike, geh bang li Rojava dike, geh bang li Rojhilat dike, geh bang li Başûrê Kurdistanê, geh bang li Ewropa  dike.
Dema ku pêşketinên dawî, di çarçoveya şemayên pêşerojan de werin nirxandin; mirov dikare bêje ku  “aştiya tirkan, bi dawî anîna aştiyê ye”.  Ev polîtîqa qedîm ya dewşîrmeyan e. Kiryarên dewşirmeyên li dora Perînçek, mînaka vê ne.
Dema mirov li pêvajoya hilbijartinên herêmî dinêre, dîse tarjediyek  xuya dike. Ji aliyekî ve hizb-ul kontrayên HUDA-PAR, Teşkîlata Gulen, kontrayên dewleta AKPê, ji aliyê din ve dewşirmeyên weke Ensarîoglu dinava lîstikan de ne... Bêguman her kes xwedî maf e ku, ji xwe re bixawaze; lê mafê ti kesî nîne ku, “hişmendiyeke li ser înkarê” ava bike. Bêyî “lamûcîm”, dewşirmetî sîstema înkarê ye...
Dîrok, neynika  hişmendiya mirov e. Divê mirov zanibe di vê neynikê de binêre. Ji ber ku  di dîrokê de jî rastî  hatiye inkar kirin. Mînak: Hinek emperetorî li derî lîsteya “emperetoriyên gerdunî” hatine hiştin. Dema ku dîrokzan, tenê pîvanên kronolojîk li ber çavan bigirin, rewşeke bextreş û bexîl derdikeve holê. Bexîlî û bextreşî, ji nekarî û çikûsî tê.  Ev milkulî û daxa li ser dil, di kesayetan de hêsanî tê dîtin; lê di romanan de, di dîrokan de, di “jiyana şaristaniyan de” bi hêsanî nayê dîtin.
Piştî ku hêzên îslamî (PZ, 610)an, Kurdistan dagirkirin,  kiryarên fahîş û aşûfteyî dane dest pê kirin. Ji sedema ku bi erebî ne axivî ne, zimanê kurdan bi meqes hate jêkirin. Kurdan dîse jî serî ne tewand. Di encama berxwedan û serîhildanan de; kurdan bi giştî 16 dewlet, emperetoriyek û 26 mîrekîtî sazkirin. Dewletên Safawiyan ne di nava van hejmaran de ne.
Dîse jî, dîrokzanên şematîk û li gorî pîvanên kronolojîk haraket dikin, gelê kurd li derî dîrokê hiştine. Îro jî dixwazin heman destîniyê binivîsin. Nivîskarên kurd ku “qast” avakirine,  heman şaşiyê dikin. Ev mistîsîzma evîndariya dijmin e û wek bombeyên bêdeng in.
Bi vê pêwanê, hewldanên Birêz Ocalan û “cehd” û hawara li kurdan dike giring e. Di her bangê de, kurdan şiyar dike. Ev giring e!.. Dibêje, pêwiste kurd nebê kurmê kurdan... Dibêje, pêwiste di nava yek disîplînê de û bi yek ahengê haraket bikin.
Nameya ku ji Birêz Barzanî re şandiye di vê wateyê de ye. Giring e, dîrokî ye!... Destnîşankirina berpirsiyariya lîdertiyê ye. Banga ji bo Rojava kiriye, tê heman wateyê. Dîrokî ye  û berpirsiyartiya lîdertiyê ye!... Erdogan dikevê govenda kurdan, lê ji berdêla dîlokan “makber”ê dixwîne. AKPe weke aşê derewan, Teşkîlata Gulen jî weke sekiha dek û dolaban kar dikin. Kurd nikarin xwe bi werîsê wan berbidin bîrê.
Binêrin, di destpêka pêvajoya çareseriya demokratîk de, li Parîsê komkijî kirin; di pêvajoya hilbijartinan de “kasêtên  montajkirî” derxistin holê.
Di rewşeke wiha de, intelijansiya kurd, nikare “nostaljiya sertewandinê” bilîze. Karên xwe jî nikarin weke “nivîsandina sosyolojî” bi nav bikin. Gunehkairya li hemberî Elî herîrî, Ehmedê Xanî û Mihemed Kerbalayî ye!...
Kurd di qonaxeke serketî de ne. Mînaka wê Bakur û Rojava ye.
Dîse jî kurd di arefeya empetoriyên nû de ne. Di şerê Suriye de, cîhanek du serî derkete holê. Kurdan hêvî kirin ku di cîhana du serî de, zordarî û polîtîqa “musîbet” wê nikaribe pîkolê bike. Mixabin di Cineve 2 de, “polîtîqa musîbet” derkete pêşberî kurdan. Cîhana du serî, tê wateya cîhana du emperetoriyan. Emperetorî li ser xwîna gelan û wêraniya welatan ava dibin.
Di qonaxa îro de, û li hemberî 15 salên di nava lîstik, dek û dolabên ”komplogeran” de, “gewde”ya bi serî û mêjî  derketiye holê. Sirr û razên di fulyona pişta neynika dîrokê de eşkere kirin.
Hêzên global, hîna jî dixwazin “dîrok û antropolojî” li hev mehr bikin.  Di sedsala bîstûyekê de, ku weke heyama tenolojî tê binavkirin, şarîstaniya ku li ezmanan li peykên nû digere, bi exlak haraket nake û li hemberî  mafên gelê kurd  birêz haraket nakin. Şaristanê, modernîte, li hemberî  rûmeta mirov û gelan birêzî ye. Kanîîîî?
Mixabin birêziya hêzên global di selefkariya Hecî Pepe de fetisî ye.    Du hêzên mezin... Du mafên ku mezin in, maf û otorîte...  Di himbêza mirovahiyê de dibin û mezin dibin. Li dijî hev jî têkoşînê dikin. Îro, ev qîr û teşqele bayê “waweylê” dibizivîne. Otorîte bi hêz xuya bike jî, maf  di kesayeta gelê kurd êdî  derketiye pêş û xwe fezr dike. Kurd di lêgerîneke meşrû de ne. Êdî hêvî û xewn zindî bûne.
Birêz Ocalan, tenê di çarçoveya  dîroka siyasî de li pirsgirêkan nanêre.. Ji ber ku  dîroka siyasî ne tenê şer û teşqele ne. Ne tenê otorîte û azadî ne!... Jiyan e, bi berfirehî, bi kûrî, kin û dirêjî, tevahiya jiyanê ye!...  Di 15. salvagera koplo de û dibin tecrîdê de, dixwaze, gelê kurd jî,  di nava albûma mezin ya  şaristaniya Rojhilata Navîn de, cihê xwe yê mafdar bigire.