Li dijî êrîşên çekdarên dewleta Tirk şervanên YPS û YPS-JIN’ê di nava 3 rojên dawî de li Taxa Alîka ya Nisêbînê berxwedaneke mezin nîşan da. Di van êrîşan de bi zelalî 23 çekdarên dewletê hatin kuştin, gelek wesayîtên zirxî jî hatin îmhakirin û derbkirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, encamên şer û çalakiyên li Nisêbîn û Şirnexê eşkere kirin.YPS’ê diyar kir ku li hemberî êrîşên çekdarên dewleta Tirk li Nisêbînê, di çarçoveya berxwedanê de 3 rojên dawî têkoşîneke mezin tê meşandin. YPS’ê got: “Di van êrîşan de 23 çeteyên Qesrê hatin kuştin û bi dehan wesayîtên zirxî yên dixwestin berxwedanê bişkînin hatin îmhakirin. Di vî şerê dijwar de her ku diçe yekîneyên me bi ruhê berxwedanê têdikoşîn. Ciwanên qehreman ên gelê Kurd dîrokê dinivîsînin.” Li gorî daxuyaniya YPS’ê rewşa şer weha ye:

NISÊBÎN: 16’ê Gulanê di çalakiya sabotajê ya li Taxa Alîka de 5 tîmên taybet hatin kuştin. Di çalakiyeke din a li Nisêbînê de ya bi çekên ferdî jî 5 tîmên taybet hatin kuştin. Li Taxa Alîka jî kepçeyek hat derbkirin, û heman rojê wesayîteke zirxî a tîpa kîrpî hate derbkirin û tê de 5 tîmên taybet hatin kuştin. Di çalakiyeke din a sabotajê de heman rojê 2 panzer hatin bêkêrkirin.

17’ê Gulanê li Taxa Alîka polîsekî li ser çeka doşka, polîsekî bombeavêj bi kar tanî, polîsê ku 2 çekên sekvaniyê bi kar dianîn û 2 polîsên timên taybet hatin kuştin.

18’ê Gulanê li Taxa Alîka 2 ajokarên kepçeyên zirxî hatin kuştin, kepçe jî hatine derbkirin. Wekî din 3 kepçeyên zirxî yên ku xwestin bikevin taxê jî hatin derbkirin.

Heman rojê sibehî li Taxa Firatê polîsekî tevgera taybet hat kuştin.

Di daxuyaniya YPS´ê de wekî din hat gotin, "Şaredariya navçeya Midyadê, ji bo çêkirina çeperan alîkariyên alavan û kîsên axê ji çeteyên Qesrê re dike."

ŞIRNEX: 17’ê Gulanê li Taxa Bahçelîevlerê li dijî komek esker çalakiyek bi roketan hate lidarxistin û 2 jendermeyên tevgera taybet hatin kuştin. Heman rojê  ajokarê kepçeyeke zirxî ya li taxê hate kuştin û kepçe hate derbkirin. Dîsa heman rojê, wesayîteke zirxî ya Kobra hewl da bi hewara eskeran were. Ev maşîn hat derbkirin û çeka li ser wesayîtê jî hat îmhakirin. Di çalakiryeke li dijî tankekê de jî çeka li ser wesayîtê hate rûxandin.

18’ê Gulanê li Taxa Bahçelîevlerê di encama çalakiyeke bi çekên giran û roketan de çepereke a çeka BKC hate îmhakirin û 2 polîsên timên taybet tê de hatin kuştin. Li Taxê çepereke çeka SPG-9 jî hat îmhakirin. Heman rojê wesayîteke zirxî ya Kobra li aliyê Omerkoyê hate derbkirin. Wesayîteke din a zirxî ya Kobra jî li Gumuştepeyê hat derbkirin.

Heman rojê, nîvrojê li aliyê mudireyeta polêsan a kevin, wesayîteke zirxî ya Kobra di encama çalakiyeke sabotajê de hat bêkêrkirin û 3 polîsên timên taybet hatin kuştin. Çekdarên dewletê yên tên cenazeyan bigirin jî di şer de derbê dixwin lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

YPS´ê wekî din nasnameya 2 endamên xwe yên li Nisêbînê 17´ê Gulanê jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir: Serxwebûn Mardîn/Yûsûf Altidal, li Serêkaniyê (Riha) ji dayik bûye; Zagros Cîlo/ Alî Akman, li Rîşmilê (Mêrdîn) ji dayikbûye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN