Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke niviskî bal kişande ser rûdana Zînî Wertê û got, ‘’Ne li Zînê Wertê, ne li deverekî dîtir, pêwîst e teqez xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin”. Em oldarên Kurdîstanê, dibêjin; êdî bes e! Me pir êş kişand, bes em bimirin, bes em penaber bibin!’’
Platformê her wiha got, ‘’Yekîtî daxwaza Xwedê ye, parçebûn daxwaza neyaran e!’’
Daxuyaniya Olên Mezopotamyayê wiha ye:
‘’Gelê Kurd ê Qehreman!
Em bi salane ji bo azadiya welatê xwe, li dijî neyarên hov li ber xwe didin.
Me li çar parçeyê axa xwe, bi sedhezaran cangorî dan. Neyarên me hemû cûreyên zilm û zordariyê li ser me pêkanîn û hê jî pêk tînin; kuştin, zîndanî kirin, sêdarê xistin, parçekirina laşê me, xirakirina mezelên me, îşkence, talan, destavêtin, şewitandina mal û samanên me, xirakirina bajar û gundên me, dest avêtina dayik, xuşk û hevjînên me. Divê ev ti caran neyên jibîrkirin û mafê ti Kurdî tineye di vê de xafil bibe.
Dema neyarên me; di serî de dewleta Tirk, Iraq, Suriye û Îranê me dikujin û sosretan tînin serê me, nabêjin; ev Kurmanc in, Kird in, Lor in, Kelhor in, Soran an jî Goran in.
Di heman demêde nabêjin: Ev Misilman e, Êzidî ye, Yarsan e, Ehlî heq e, Feylîye an jî Elewî ye.
‘Dijmin hemû yek in’
Gelekî weke gelê me, xwedan çand û dîrokeke kevnar û bingehîn, pêwist e ji kiryarên neyarên xwe ders û tecrûbeyan bigire. Me dît, di dema referandûmê de li ser Kurdan, dijminên gelê me hemû, li dijî me bûn yek deng û bi hev re êrişî me kirin. Kerkûk, Mûsil, Xaniqîn û Şingal ji dest me derxistin, gelê me qetil kirin û penaber kirin. Me dît li Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê jî heman tişt li ser gelê me pêk anîn.
Niha carekî din, neyarên me dixwazin, di nav me de fitnê û fesadiyê çêkin. Pêwist e ku em bi miletî bi yek dengî, li dijî vê fîtnê hişyar bin, li dijî leyistikên qirêj û gemar derkevin, berovajî vê fîtnê, yekîtiyekî mayînde bi cîh bikin. Dem ji me hemûyan dixwaze û fermanê li me dike, em hemû bi hev re li ber vê fesadî û fitnê rabin. Pêwîst e ku em yekrêziya xwe xurt bikin. Ev, fermana dîrok û demê ye, divê tu rêxistin û kesayeta Kurd vê fermanê paşguh neke. Kî di bin bandora neyarên milletê me de bimîne û şaşiya dîrokî bike, ne xwedê, ne gel, ne jî dîrok ew ê wî bibexşe û di encamê de ew ê were ruswakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN