Her rist û hebûna xwe dane nîşandan, nehiştine bindest dîroka xwe bidin nasîn
Dîrok afirandina civak û gelane. Watedayîna di navbera duh, îro û sibehê ye. Alîdayîna bûyer û hebûnê ye. Kombûyîm û tecrûbeyê ye. Bi taybet hem ji bo mirov û hem jî ji bo mirovahiyê zanîna dema borî ye. Bi vê zanînê û hişmendiyê plankirina rojên pêşe dîrok. Civak û mirovên ku dîroka xwe nizanibin, nikarin ji xwe re pêşerojekî jî plan bikin. Jixwe dema kes dîroka xwe nizanibin dê bi çavekî şêlo li cîhanê binêrin.
Lewra dîrok dayika hemû zanistan e. Dema baldar lê bête nêrîn, dê pir zelal bê dîtin ku tiştnava dekî ji dîrokê cuda pêş neketiye. Mîtolojî ol, felsefe û zanist hemû di dîrokê de cihê xwe digirin. Heger em bixwazin Mîstosê hîn bibin, divê ku em dîrok jî bizanibin. Heman tişt ji bo ol, felsefe û zanistê jî derbasdar e. Elbet mirov dikare bêje bibe wekî beşekî bê ling û bê dest. Ango wê kêm bimîne.

Dîrok ne kronolojî ye

Dîsa dîrok tenê di aliyê kronolojîk jî bê nirxandin wê kêm û nebes bimîne. Berovajî wê hişmendî û jîrahiya mirovahiyê ya hevpar e. Elbet kronolojî jî girîng e. Lê heger jîriya wê, watedayî û xwe negihijîne jiyana civakê alî nediyê zana neke ewçax wê zêde bandora wê jî tune be. A niha wextê em bixwazin civakekî nas bikin, cihê ku yekemîn lê bê nêrîn dîroka wê ye. Hemû afirandinên wê civakê din ava wê de veşartiye. Şerên wê, şahiyên wê, hûner, adet, hişmendî, xwedîkirin û hwd. em dikarin dinava wê dîrokê de bibînin.

Dîrok têkoşîn e

Dîrok di heman demê de têkoşîn meşandina dinava serdest û bindestan dene. Di encama vê têkoşînê de jî dîrok tê afirandin. Bi taybet ev pênc hezar sale ku serdest li gorî xwe nêzî dîrokê bûne. Her rist û hebûna xwe dane nîşandan, nehiştine bindest dîroka xwe bidn nasîn, nîşandan û jiyankirin. Jixwe dîroka serdestan li ser dîroka bindestan her xwe “pêş” xistiye. An tune hesibandiye, an jî bi riya pişaftinê kiriye malê xwe. Lê ew nayê wateya ku dîroka serdestan raste û heye, ya bindestan şaşe û tune ye.  Bi tena serê xwe dîrok mîna çemekî ye. Bi temamî yek e. Lê di nava vê temamiyê de her parçeyekî cih digre û bi reseniya xwe, bi nirxên xwe cih digre.

Yekîtiya cudahiyan  

Formula Adre Gunter Frank “Di nava cudahiyan de yekîtî” di vêderê de mînakek cih digre. Lewra dîrok şewqa xwe ji van digre. Kes civakan, civak kesan, herdu jî dîrok diafirînin. Lê mixabin di roja me ya îro de hem kes û hem jî civak ji vê rasteqînê pir dûrin. Pergalên nirxandin û nivîsandina dîrokê wisa berovajî kiriye ku tu kesekî asayî, yan jî xwendevan û hwd. hay ji vê rewşa heyî tune ye.
Lê li ser vê esasê Serokatî hem di aliyê rast nirxandin û xwendina dîrokê û hem jî nivîsandina wê, ne ji bo Kurdan tenê, ji bo hemû gelan, bi taybet ji bo gelê Rojhilata Navîn û Ewropayê bû şewqekî hêviyê. Dîrok ji nûve hat nivîsandin. Kêmasî û nebesiyên wê, şaşî û rastiyên wê hat dahûrandin. Lewra tiştên ku dihat dahûrandin ne kêlî, dîrok bû. Ev rasteqîna herî mezin bû.

Bûyer û pêşketin

Her wiha em nikarin dîrokê mîna xetekî rast jî bigirin dest, heke wisa be dê ew rêbaz pir kitekit û rastiyan ji ber çavên me veşêre. Ango divê her bûyer û pêşketin li gorî wext û mekana wî bê nirxandin.  Di nava jiyanê de bûyerên ku ji bo dema pêş em bêjin “ teqez wê çêbibe” dê ne rast be. Marksîst divî warîde kêmasiyên dîrokî kirine û dikin. Bi mahkum kirina diyalektîk îdealîzmê kete rewşekî dogmatîk û sekter. Her tiştekî li ser made nirxandin wî sevkî şaş nirxandina dîrokê jî kir. Bê pêşbinî û li gorî demê nenirxandina dîrokê têkbirina reel sosyalîzmê bi xwe re anî. Bêgûman di dema Marks de arkeolojî, kozmolojî, astrolojî û teknîk ewqas pêşketî nebû. Lê dîsa jî bi nirxandina “Dê piştî modernîteya kapîtalîst, sosyalîzm, dûre jî komînîzm were” herî kêm qendir hişmendiya çarenûsê ne rast û ûtopîke. Ev nêzîkatî mûtlaqiyetî ye.

Analîzkirina rast

Piştî çarçoveyek danîna ji bo dîrok rast analîzkirinê, mirov dikare çend gotin û mînakan ji bo Kurdan jî bîne ziman. Ango dîroka gelan di kesayeta Kurdan ji aliyê serdestan ve hatiye windakirin. Li gorî vê heta roja meya îro tu dîrokvan li ser Kurdan rastî dîroka mîrovahiyê nebûye. Ne dîrokvanên Ewropî, ne yên Rojhilatî û ne jî wekî din. Hebe jî pir kême. Nêzîkatiya wan jî jixwe li gorî berjewendiyên pergalê pêş ketiye. Wekî din jî ne mumkîn e. Jixwe. Ji nêzîkatiyek entektûel wirdetir, bi nêzîkatiyek sermayedar pêş ketiye û dikeve.  Bi gelemperî dîroka gelên bindest bi taybet jî yên Kurdan li tu pirtûk, kovar û akademiyan cihê xwe negirtiye. Ji ber van sedeman jî, em wekî gel demekî dirêj jî dîroka xwe dûr ketibûn. Li dibistanên serdestan dîrokek şaş li me dihat fêrkirin û ev hîn jî didome. Ev şaşî dinava demê de jî me re tiştek pir asayî jî hat. Pişaftin jî tiştekî wisaye jixwe. Civaka Kurd li nivîsa Prokroustes hatibû girêdan.

Lêkolînên arkeolojîk
Lê em pir baş dizanin Kurdan di nava vî çemê mezin de herî kêm qendir Sumer, Misir û Grek-Îonyayê mora xwe li dîrokê xistiye. Şoreşekî mîna Neolotîkê kiriye. Lê mixabin ev rastî ji aliyê pir kesan ve nehatiye teslîmkirin. Lewre her şaristaniyekî dirok ji xwe daye dest pêkirin û ev li ser înkar kirina dîroka borî pêş ketiye. Bi pêşketina arkeolojiyê rastiya Misir, Sumeran hîn zêdetir hat dîtin. Mîtos’a Yûnanan bingeha xwe ji ku digirt hat dîtin. Kolan û keşfkirina Newala Çarê, Çemê Hallan, Kortîk Tepe, Girikê Heciyan, Xirabreşk û hwd. dîroka heyî ser û bin kir.

Newala Çorê û Xirbe Reş

Bi taybet Newala Çorê û Xirabreş di vî warî de ji ber kirina xirakir. Li hemberî van nirxan û dîtinan qîdûmê serdestan hat şikestin û aniha nizanin dê çibibe. Bi çêkirina bendavan Ataturkê Newala Çarê di bin avê de maye. Bi rengekî wisa dewlet dixwaze li welat dîroka Kurdan dîde nasîn nemîne. Di bina avê de bimîne. Heman nêzîkatî îro li hemberî Heskîfê jî heye. Ev cihên dîrokî hemû li Kurdistanê ne. Herêma ku bi hezar salane Kurd lê dijîne. Jixwe ger ku dewlet bixwazin civakan pişaftî bikin û bikin bende divê di serî de herêma ku lê dijî ser û bin bikin. Heskêf dîroka meya bi hezaran sale ye. Eger îro di bin avê de bimîne wê nifşên nû çawa bi dîroka xwe bizanîbin.!
Ev rewş û wext ferz dike ku divê ji nû ve dîroka mirovahiyê bê nivîsandin. Lewra polîtîkayên înkar û qirkirinê ji serî heta binî hatiye deşîfrekirin. Îro asta ku em gehiştinê bûye hêviyek ji nû ve dest pê kirinê. Modernîteya demokratîk dê bi Neteweya Demokratîk, Eko-endûstrî û Bazara Hevpar a Komînal bibe bersiva rasteqînê. Bivê paradîgmeyê dê kes hewceyî bi pişaftinê jî nebîne, bi qirkirinê jî. Dê her civakekî bi resen bûna dîroka xwe, dinava vî çemê mezin û xweş de cih bigre.

MAMHSUM TUNÇ / Girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 ya ÎZMÎRÊ