Bajarê Rihayê yê di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re malevanî kir gelek berhemên wê dîrokî ji hilweşandinê re hatine terikandin. Ji van berherêmên dîrokî yêk jî Qeleheya Siwêrekê ye. Li gorî lêkolînan qeleh di serdema Asuriyan de hate çêkirin û bilindahiya wê 30 û 35 metre ye. Qeleha bi girên mezin ên ji ax û keviran hate çêkirin li derdorê qelehê gelek mal hatine çêkirin û di dema kolandina temelan de gelek sitargeh derketin holê. Qeleh li bilindahiya hemû navçeyê bibîne hatiye çêkirin û hemû birçên wê hilweşiyane û yên mayîn jî li ber hilweşiyanê ne. Qeleha ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve tê parastin dîsa ji tu xebatên restorasyonê li ser nayên kirin. Qeleha tu xebatên bi hêzkirinê li ser nayên meşandin cihên qelehê yên rast kirine qada rûniştinê, parqa zarokan û karên çandina karan û li ev der jî kiran kirine.
'Rewşa qelehê nebaş e'
Ji ber malên derdorê qelehê xebatên restorasyonê nayên kirin û şaredariya navçeyê di sala 2005'an de 45 mal ji ber vê yekê deste girt. Piştî vê yekê şaredariyê diyar kiribû ku ew dê derdorên qelehê paqij bikin û ji dimenên nexweş paqij bikin. Lê ligel 7 sal bi ser vê yekê de derbas bûn hêj tu tişt nehatine kirin û heman dîmen li ber çavan e. Dîwarê ji bo qeleh xerab nebe hate çêkirin beşe bi xwe xerab bûye. Di 12'yê adara 1969'an de birçên qelehê yên rojavayê hilweşiya û di vê yekê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 5 kes jî birîndar bibin. Niha jî birçên rojhilatê li ber talokeya hilweşînê ne.
DÎHA/RIHA