Seroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa piştî ku wekî serokwezîr hate hilbijartin, derbarê tevlîbûna jinan a nava rêveberiyê, xebatên ku dê rêveberî ji niha û pêve bimeşîne, tevlîbûna partiyên siyasî yên ku li derveyî rêveberiyê mane de pirsên ANHA’yê bersivandin.


Projeya hemû gelan e

Mistefa li ser pirsa bi nêrîna we rêvebeirya xweseriya demokratîk ji bo Rojavayê Kurdistanê tê çi wateyê wiha got: "Ji dema Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser gelên Rojavayê Kurdistanê hate pêşkêşkirin ve, diyar bû ku berxwedana Kurdan ji hemû siyasetên ku dixwastin rola Kurdan lewaz bikin xurttir e. Kurdan nehîştin ku ti kes hêza wan li Sûriyê ku xeta sêyemîn pejirandiye, înkar bikin. Kurdan di berxwedana xwe ya bê navber de û bi saya xwîna şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kirin û nehîştin valahiyeke ewlehî wekî herêmên din ên Sûriyê li Rojava derbikeve. Ev projeya ji bo xizmeta gel û pêdiviyên rewşa heyî peyda bike, ji aliyê PYD´ê ve hate pêşkêş kirin. Niha em hewl didin yekîtiya hemû pêkhateyên herêmê bi riya vê rêveberiyê pêk bînin."


Serokatiya jinekê
Derbarê hilbijartina jinekê wekî serokê meclîsî jî Mistefa got: "Ji bo ez erka xwe pêk bînim, ezê bi hemû hêza xwe û bi rêk û pêk bixebitim. Ji ber ku ez jineke Kurdim û em wekî jinên Kurd rêxistin, vîn û nasnameya me heye. Emê ji nû ve dîroka Kurdan bi destê jinan binivîsin. Ez hemû kesên dengê xwe dane min û ez wekî kesekê li gorî vê erkê pejirandime spas dikim. Ez soz didim gelê xwe, ezê ji bo peydakirina hemû pêdiviyên jiyanê bixebitim, ji ber ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê cihekî girîng daye jinan, netenê di aliyê terz de lê belê di navarokê de jî, ezê hewl bidim li gorî vê berpirsiyariyê bim."

Jin çiqas tevlî xebatê dibin?

Hêvî Îbrahîm Mistefa derbarê rêjeya jinan ya di nava xebatan de anî ziman ku li gorî hevpeymana civakî divê beşdarbûna herdu cinsan di hemû sazî, rêveberî û desteyan de cih bigirin û rêjeya nûnertiya jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de nekêmtirî ji sedî 40 be û got: "Li gorî min beşdarbûna jinan wekî tê xwastin nebû, sedema vê yekê jî di warê siyasî de ji ber jin bi hêza xwe ne bawer in.  Girîngiya nûnertiya jinan di vê rêveberiyê de ewe ku rola ku jin di şoreşê de pê rabûye, piştrast bike. Ez piştrast im ku di hilbijartinên bê de jin dê nûnertiya xwe di hemû deste û meclîsan de pêk bîne."

Tevlîbûna jinên Ereb

Derbarê nebeşdarbûna jinên Ereb jî Mistefa got: "Di nava rêveberiyê de ji ber taybetmendiyên civaka Ereb e. Ev civak heta niha girtî ye û mafê jinan di nava vê civakê de hatine binpêkirin, tevî vê yekê jî hin jinên Ereb beşdarî Însyatîfa Jinên Sûriyê a Efrînê û herêmên Rojavayê Kurdistanê bûne. Ev yek derfeta pêk anîna derbasbûna wê di nava rêveberiyê de li gorî hevpeymana civakî pêk tîne." Seroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa anî ziman ku ji bo pêşerojê gelek plan û projeyên wan yên xebatê hene û ewê yek bi yek bi gel re van projayan pêk bînin.

ANHA/EFRÎN