
Dengbêjên Kurd diyar dikin ku tevkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd wê ti car neyê jibîrkirin û ev tişt anîn ziman: “Dixwazin dîrok û çanda me ji holê rakin. Em ê van rojan jî bixwînin, em ê van jî li dîrokî binivîsînin.”
Dengbêjên ku bi kilamên xwe ve zilm û qatlîamên li dijî gelê Kurd vegotine û roja me ya îroyîn jî ronî dikin hevparê berxwedanan in ku li Kurdistanê li dijî êrîşan tê dayîn. Dengbêjên Wanê yên ku li dijî qatlîaman banga yekîtiyê kirin wiha peyivîn: “Divê gelê Kurd bibe yek, xwedî li mal û taxên xwe derkevin.”
‘Xwedî li tax û malên xwe derkevin’
Dengbêj Mukaddes diyar kir ku ji dîrokê heta niha tu dewletan qasî ku hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê qatlîam pêk neaniye, hovîtî nekirine û wiha axivî: “Tirkan em ji dîrokê heta niha qebûl nekirin. Hemû rêbazên listîkan kirin. Me jiyana bi wan re qebûl kir lê wan nexwest qebûl bikin.” Dengbêj Mukaddes bang li gelê Kurd kir û xwest ku li dijî qatlîaman bêdeng nemînin, divê gel xwedî li mal û taxên xwe derkevin.
‘Mirov vê yekê nakin’
Dengbêj Mukaddes êşkenceyên ku hêzên dewletê li dijî cenazeyên kesên ku tên qetilkirin bi bîr xist û got ku dewlet li hemberî cenazeyên Kurdan jî rêzê nîşan nade û ev tişt anî ziman: “Di dema şerekî pêxember de cihûyek bi mirî tê ragirtin û pêxember rêzê nîşan dide û radibe li ser piyan. Ji ber ku mirov e. Lê niha li dijî miriyan jî rêzê nîşan nadin. Li ser navê misilmaniyê siyasetê dikin lê tu eleqeya wan bi misilmaniyê tuneye. Mirovên me li pey panzeran kaş dikin, dişewitînin. Ev li kû derê misilmaniyê misilmaniyê heye. Mirov vê yekê nake.”
‘Em ê ji bîr nekin li dîrokê binivîsînin’
Dengbêjê bi navê Yusuf Kapçak jî destnîşan kir ku ev qatlîamên ku li Kurdistanê tên kirin tu demê nehatibûn kirin û wiha axivî: “Li tu deverê tiştekî bi vî rengî min qet nedît, nebîhist. Bi gotina xwedê qîr dikin û serê wan jê dikin. Di quranê de ne jî tiştekî wisa nivîsî tuneye.” Kapçak bilêv kir ku dewlet bi şer bersiv da daxwaza Kurdan a aştiyê û mala dengbêjan a li Sûrê hate şewitandin bi bîr xist û wiha peyivî: “Ez van êrîşan şermezar dikim. Dengbêjên ku dîroka Kurdan vedibêje ji wir derbas bûn. Dixwazin dîroka me, çanda me tune bikin. Em ê van rojan jî bixwînin em ê van jî li dîrokê binivîsinin.”
DİHA/WAN