Keleh 20 kîlometre dûrî Kolikê ye û li ser zinarên 300-350 metre bilindbûna wan hene hatiye çêkirin û di warê dîtbarî de gelek balê dikêşe. Tenê deriyeke ketina kelehê heye û di hundirê kelehê de jî sûk, cihên bazarê, mizgeft, sarincên avê, zindan û nivîstek jî hene. Li vir berhemên herî girîng riya pêlekan a 400 metreyan ku heta çemê Kolikê diçe ye. Ev rê ji bo pêdiviya avê ya kelehê bê bicihanîn hatiye çêkirin. Dîsa li ser zinarê başûrê kelehê jî bi yewnanî der barê paytexta Komageneyê Arsemeia û Qral Antiochos de agahî tê dayîn.
Keleha Kolîkê di 2005’an de ji ber xetereya hilweşînê ji serdanan re hate girtin û 6 salan wisa ma. Ancax beriya 3 mehan dest bi restorekirina kelehê hate kirin. Lê gelek diwarên kelehê ji ber şert û mercên zivistanan hilweşiya. Kevirên ku ji kelehê dikevin û heta gundê Kolika Kevn diçin ji bo gundiyan dibe xetereye mezin e. Dîsa ji bo xwendekarên Dibistana Seretayî ya Kocahîsarê ku 100 metre derveyî deriyê ketina kelehê ye jî xetereyeke mezin e.
DÎHA/SEMSÛR