Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, yek formula diyalektîka dîrokê heye, ev jî herka berdewamî ye û di nava tezat-newekheviyan de pêşdikeve. Li aliyekî tecrîda dijwar, li aliyê din “projeya kult” ya himbezkirina tevahiya gelên li Tirkiyê. 

Not: Ocalan PKK damezrand, gelê Kurd şiyar kir, hilweşand, ji tevizandina felcbûnê rizgar kir û tozika mirinê ji ser gel hate avêtin. Ev pêvejoyek demdirêj bû, qonax bi qonax pêşket. Ketin û rabûn çêbûn, qelsî û xurtî ligel hev meşiyan. Metoda Ocalan girt, şiyarbûn giha qonaxa xwerêvebiriyê. Ev qonax jî bi du rengên beramberî hev pêşdikeve. Yek, qirkirina siyasî, yek berdewamkirina meşa serketinê. Ev, serketina “projeya kult” e. Kult, gotinek fransî ye, tevayî, kişûmat, total, kûmûlatîf e… 

Ez dibêjim: Li Imralî di hucreya yek kesî de, Ocalan li neynika dîrokê dinêre;  li pişt demjiyana şoreşa Fransa dinêre; li civak, rewşenbîr, civaknas, li aborîzan û “kult”a Kurd dinêre; 40 salên têr qîr û teşqele, bû bingeha civakek bi disîplîn. Can-ruhekî disîplînekirî derkete holê. 

Helbet guman û metîrsîyên akademîk hene. Ji ber ku Kurd, Hareketa Azadiya Kurd li hemberî sîstemek xapînok, demagog, têr lîstik, dewşirme=gurên di postikê mirovan de ne. 

Dema Duran Kalkan, got; “Serokê me dibin tecrîdê de ye, em derbarê jiyana wî, tenduristiya wî de agahdar nînin, helbet inîsiyatîf di destê Haraketa Kurd de ye.” Bêhna her kesî fereh bû, rêzantî û serkêşiyek şiyar û mêjiyekî têgihiştî. 

Sîstema dewşirmetiya dibin pêşengîtiya Erdogan de gihaye leleûzincîran; bi Muawiye=Daiş re, bûye kelih û bircikên paşverûtiyê. Dîroka çecerê, felzekeya fermî û îdeolojiya netewiyeta bi radikalîzmê hatiye îşkdan. Serkêşê vê îdoelojiyê, mîratzadeyê Ewren e. Doh bû, di civîna muxtaran de Erodgan got: “Li kîjan male kî rûdine, kî ye, çi kes e, hûnê zanibin û biçin ji qeymeqam re, ji midurê polîsan re bêjin.” Kenan Ewren jî, di 17 Temmuz 1984'an de got: “Xayinan ixbar bikin, serê mar bi biçûkayî tê perçiqandin.”  

Ev mêjiyê di “qaqilkê kîso” de ye. 

Hemberî ku “tabû” hatine şikandin, Erdogan riya Dêlegûra Çîler parastiye û rêbazên Evren bikar tine. Niha dixwaze artêşa muxbiran ava bike. Tê zanîn, artêşa cerdevanan, artêşa kontra têk çûn, wê artêşa muxbiran jî têk biçe. 

Ev çînê feodal, ku bi cil û bergên modern û talanê dewlemend dibe, di “qaqilkê kîso” de nikare giştî himbêz bike. Turksîtika feodal, dîroka paşverû û xeşîmiyê ye. Zewatên li dora zihniyeta xelîfe Erdogan jî, “akumlatorên paşverû” ne, tarîtiyê belav dikin.  

Siyaseta piştî 7'ê Hezîranê jî xesp kirina îradeya gelên li Tirkiyê ye. Gel dît, fêm kir; di dîroka Tirkiyê de rûpelekî nû vebû; yekemîn car, “yarbay”ekî dengê xwe li dijî siyaseta dewletê bilind kir. Yarbay, akademiya “leşkeriya yenîçerî” xwendiye, watedar e.     

Ez notan dinivîsim; “projeya kult”, nêrînek pluralist-total e, himbêz kirina giştî. Kesekî li derve nahêle, her kesî di kesayet û nasnameya wî de, parçeyekî ji xwe bibîne. Dîroka alternatif e, pirr kultur, pirr netew, lê demokratîk. Ocalan di vê projê de vekolana “arkeolojiya tevahiya şoreşan” dike. 

Ev vekolana arkeolojîk, tevahiya textên kujer û hevparên textên kujer, kire nava hejandinek dîrokî. Tirkiye diheje, dîroka Tirkiyê diheje, siyaseta Tirkiyê serûbinî hev bûye. Ev dîroka alternatif e. Hemhaliya bi qonaxek nû re ye.  

Ez dîse dibêjim: Armanca Erdogan mijulkirin e. Her diçe tecrîdê giran dike.

Ocalan, li hemberî neynika dîrokê, sirren di pişta neynikê de dibîne. Lê desturê nadin ku biaxive, tecrîd îzolekirin e. 

Ez not digirim: Tecrîd ant-î demokratîk de, zor e, diktatorî ye. Di Qanuna Ceza ya Tirkiyê de jî suc e. Tenê desthilatdariyên gayr-î meşrû dikare  vî sucî bike. Desthilatdariya Kenan Ewren xesp bû, desthilatdariya Erdogan jî gayr-î meşrû ye. Desturname, parlamento li holê nemane.  Tenê Qesra 5 Stêrikî heye. Ev despotî ye. 

Desthilatdariyên gayr-î meşrû nikarin civakên altrenatîf û paşerojan derxin holê.  

Alternatîfa desthilatdariyên gayr-î meşrû, tenê dimîne, îradeya gel û xwerêvebirin.