
Zanyarê Ingilîz William Jones dema wek gerokekî li nava bajarê Kalkuta digere, guhdarî oldaran dike ku Sanskrîtê dixwînin, ew yek bala wî dikişîne. Di davîyê de vî zimanî dikolê û di sala 1786´an de derdixe holê. Sanskrîtî bi zimanên Ewrûpî re li ber hev digire û dibîne ku kaniya zimanên Hindî, Latînî û Grekî yek e. Di awarê axaftin û peyvan de dibîne ku Sanskrit ji Latînî dewlementir e. Lê dibêje: “Koka van yek e!” Di heman salê de, navê “Hind-Ewrûpî” li van koman dike. Li gelêk cihan jî ew wek zimanê “Arî” tê binavkirin.
Zimanê kevn Sanskrît
Afirînêr dibêjê ku ew ziman ji alî çîna/kasta oldarê bi navê ‘branînan’ ê hindî ve hatiye parastin. Du zimanê Hindê yên kevin hene, yek Sanskrît e yek jî Vediskan e. Carinan herdû jî wek Sanskrît tên binavkirin. Demeke dirêj dihat zanîn ku kanîya zimanên Hindo-Ewrûpa Sanskrît e. Ew ji alî gramatîk, peyv û hêjmaran de nêzikî hev in, lê di warê peyvan de Sanskrît ji Latînî dewlementir e. Hindolog, Gunilla Green-Eklund dibêje: “Di herdu zimanan de peyvên hejmartinê, bav, bira, xwîşk yek in” Liser vî bingehî W. Jones navê koma ziman wek Hindo-Ewropî danî. Gelo ew çiqas di cih de ye? Li gorî wê demê, îmkan û lêkolînan dibe ku di cih de bû. Lê di roja îro de wêneyekî din derdikevê holê: Di lêkolînên piştre de, hatê zanîn ku Hatî (Hîtîtî-Bz 1900) jî zimanekî Hindo-Ewrûpî ye û ji Sanskrît kevintir e. Ji vir ew encam derdikevê ku kaniya zimanê Hindo-Ewrûpî zimanê Hatî ye. Zimanên li Anadolê yên mîna Luwî (Luki, Karî, Pisîdî û Sîdetî jî nêzikî Luwî ne) ye kevn jî dikeve vê grubê û ji vê serdemê ye. Luwi, carinan wek hiyeroglufhatî jî tê binavkirin. Ew olperêstên ku behsa wan tê kirin, gelo Hindî bûn yan jî ew ziman bi tenê yê Hindiyan bû? Dîrokzanê îdêa Nikolas G. Clarke dibêje: “Xwêdîye zimanê Sanskrit Arî ne!”
Arî kî ne?
Li ser koka Ariyan, ziman û dîroka wan gelek nîqaş hene û bi dîtina min lêkolînên pêwist heta îro nehatine kirin. Bi taybetî jî tekîlîya Arî û Kurdan nayê dîtin. Ji bo wê, em ji wateya peyvê bi xwe dest pê bikin. Di zaravayê Kurmancî de ‘ar’ (tewandî êr) di wateya agir de ye. Eger mirov bibêje agir fêhm nakin; Koka peyva ar, di hinek rewşan de di wata war û cîh de jî te bikaranîn. Lewra cihê ku lê bişun/cîh dibin agir tê vêxistin, ew him pîrozî him jî mala wan nîşan dide. Wek mînak dibêjin: “Filan cîh berê arê/warê me bû…” Yanî di Kurdî de him di wateya agir de him jî bi maneya cîh û war e. Ew yek, pir watedar e. Di zimanê miletên din de ku xwe wek Arî dizanin, agir wiha te bilev kirin: Faris dibêjin ateş, Paşto dibêjin or/our, Tacîkî dibejin ateş û Gazneî yen li Efxanistanê dibejin Alav. Di nava Kurdên li Anadolê bi tîna agir re dibejin alaf ku nêzikî alav e. Dîsa hinek nûserên elewî dibejin navê elewî ji wî alavî hatiye…Cîranên me Ermenî jî “girak” dibejin. Ji vir jî derdikevê holê ku peyva herî nêzikî Arî di zimanê Kurdî de tê parastin.
Li gorî lêkolînerên ku dibêjin, Sanskritî zimanê Arî ye, peyva arî di wata “esil” an jî “birûmet- serbilind/onur” de ye. Bavê dîroka nivîskî Heredot (BZ 400) jî dibêje: “Arî di wata esaletê” de ye. Çima wiha gotine? Esalet û esîl, bi kes/komen şaristanî avakirî, li welatê xwe ji mêj vê nîştecîh, xwêdî dîrokeke dûr û dirêj, xwêdî çand û zimanekî pêşketî, dewlemend û afirîner in… Bi kurtî, ew kes in ku li herêmekê xwedî giranî ne. Yên paşê hatine yan jî mihacir li gorî kultura herême zû bi zû nabin esil û bi esalet… Ji vê yekî em têdigihîjin ku Arî xelkê herême ne, bi kok û binat in û li ser gelên din, bi her awayî bandoreke mezin pêk anîne. Heredots bo Medan û gelên din vê miqayeseyê aşkerê dike û dibêje, “Med esîl” in. Med jî bav û kalên Kurdan in.
Li ser peyva Arî şîroveya herî kevn a Herodotos e. Ew dema qala gelên rojhilat dike, wiha wan rêz dike: “Pars ji xwe re dibêjin “Artae” lê Yewnanî navê Kephen li wan dikin. Yewnaniyan ji Medan re digot, ‘Arîan’.”(Binihêre li Heredot Tarihi) Li vir Pars xwe wek Arî dihesibînin, lê nivîskar cûdabûnê dike nava Med û Parsan. Her wiha nivîskar komeke bi navê Arî jî dide nasîn. Wan ji Medan cuda nîşan dide. Li gorî agahîyên di pirtûka wî de; komên li navênd Xorasan-Îran wek Arî tên nîşandan. Ew agahîyên Heredots dide, gelek gîrîng û esasî ne. Lewra li gorî lêkolînên min kirî wê demê li Xorasanê Kurdên îro li Anadol, rojavayê Sûrîyê, Çiyayê Kurmenc, xeta di navberê Entep, Dêrsîm, Erîvanê û Kurdên îro li Xorasanê li wir dijîn (Binihêre li Dîroka Kurdên Koçber , Şoreş Reşî ).
Di pirtûka pîroz Avesta de ew peyv wek “Airya” derbas dibe. Wekî jêderên dîrokî, olî, civakî, cografîk jî didin îsbatkirin peyva Arî bo Kurdan bikar tê. Di nava vê peyva Arî de; Tacik, Darî, Belûc, Paşto-axif hene yan ne, ew cîhê lêkolînan e. Xeleka tê zanîn ew e ku Faris di navê de nînin. Ji vir mirov dikarê bigehêje ve encamê ku Arî di wateya Kurdan de bi kar hatiye. Lewra wê demê em dizanin ku li Xorasanê êlên Kurdêm koçber (Saka-Îskît) û Tacik hene.
Tene wek peyv jî du wateyên sereke dikarin ji peyvê werin derkevin: Ew kesên di rîya ar/agir de (ar-rî) an bi ar bawer dikin…Ya din jî: kesên ji welatê ar lê pîroz. Di herdû îdîayann de jî agir û cih tên dest nîşan kirin. Ew mirovên li Hind û Îranê rûdiniştin lê bi zimanê Arî deng nedikirin jî weke Anarya dihatin binavkirin (Binihêre li Encyklopaedia Iranica, Ehsan Yarshater, II/5-New York).
* Nivîs wê bidome
ŞOREŞ REŞÎ
Cihê William Jones di fîlolojiyê de
Ingilîzê bi navê William Jones sala 1746´an de li Londonê te dinyayê. Li heman bajarî perwerda huqûkê dibîne û dibe dozger. Daxwaza (mêla) Jones li ser fêrbûna Latînî û Grekî bû, lê li Oxford e perwerda zimanê rojhilat dît. Bi taybetî jî zimanên li Hindistan û dora wî welatî. Sala 1770´an ji fransizî jiyana Nadir Şah wergerand Ingilîzî û gramera zimanê Farisî nivîsand. Piştre çû Hindistanê bajarê Kalkûta. Ew bajara heta salên 1911´an de di bin hegomaniya Ingilîzan de bû û navendeka ilim, kultur û politîka ye. Sala 1783´an li Bengalê dozgerî kir. Sala 1784´an perwerda Sanskritî dît û bingeha Kovara ”Civaka Asya ya li Bengale” avêt. Bi Henry Thomas Colebrook re bingeha filolojîya Hindî danî. Piştî gelêk xebatên din, Jones di sala 1792´an de pirtûka yekêmîna bi zimanê Sanskrit a bi navê “Rtusamhara” li Ewrûpa da nasandin. Sala 1794´an de li Kalkuta Hindistanê jiyana xwe ji dest dide.