Ji bo danasîna Dîroka Wargeha Orkêş ‘Girê Mozan’ û giringiya wê ku yek ji şûnwarên herî qedîm ên herêma Xabûra Jorîn e û tê de şûnwarên ji serdema Neolotîk hene, ji aliyê Desteya Şûnwaran û Tûrîzmê ya Kantona Cizîrê ve belgefîlmek hat amadekirin. Belgefîlma ku ev 6 meh tê amadekirin, 20 deqe ye.


Ji heriyê hatiye çêkirin

Ji Desteya Şûnwaran 4 kes di amadekirina belgefîlmê de cih girtin. Armanca belgefîlmê ew e ku şaristaniya herêma Xabûra Jorîn ku li gelek herêmên weke ‘Til Bêder, Til Helef, Til Lîlan û Til Berek’ ku bi binesaziya xwe ya ji heriyê hatiye çêkirin, bide nasîn. Yek ji wan şaristaniyan jî şaristaniya Orkêş e. Şûnwarê Orkêş jî ji heriyê hatiye çêkirin. Her wiha gelek kevir jî tê de hatine bikaranîn. Ji ber vê yekê binesaziya wê xurt e û dikare heta niha xwe bigre. Li vir gelek cihên weke  muzexane, perestgeh ku cihên têkiliya bi xwedayan re û duayan bûn, hene.


Neketiye destê tu hêzên êrîşkar

Di belgefîlmê de hewl tê dayîn ku hin xalên veşartî ku di dîrokê de behsa vê nehatiye kirin û tu kes tiştekî li ser nayê zanîn, werin diyarkirin. Şaristaniya Orkêş li ser destê qebîleyên ‘Hûrî’ hatiye avakirin. Ev yek ji herêmên ku neketiye destê tu hêzên êrîşkar tenê di destê xwediyên xwe yên resen ‘Hûriyan’ de maye. Ev yek jî wê ji tevahiya şaristaniyên din ên Rojhilata Navîn cuda dike.


Di 28’ê Îlonê de bê nîşandan

Li gorî Cîgirê Serokê Desteya Şûnwaran û Tûrîzmê ya Kantona Cizîrê Rûstem Ebdo, ev belgefîlm dê li akademî, navendên perwerdeyê û navendên rêveberiya xweseriya demokratîk were nîşandan. 

Belgefîlm dê di 28’ê Îlonê de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo, bê nîşandan.


NÛR HESEN / ANHA / QAMIŞLO