Dêra Ardzvaper, Aziz Meryem yên ku wekî muzeya servekirî ne, li navçeya Erdîşê di tehlûkeye de ne. Ji ber ku gelek kesên li xiyîneyan digerin, kevirên avahiyan derxistine û hundirê avahiyan kolandine. Gelek kevirên neqişandî hatine dizîn û talankirin. Dîsa lehwayên ku nivîsên bizmarî yên Urartuyan li ser wan in hatine dizîn. Keyayê gund Mehmet Latif Dag, anî ziman ku ji ber bê xwedîbûnê, ev mekanên pîroz û dîrokî nayên parastin û tevî mîrateya xwe ji dest diçin. Dag anî ziman ku hin caran welatî parastina deverê dikin, lê dewlet lê xwedî dernakeve.  Li gundê Eganîsê jî goristana Selçukiyan bûye warê kesên li xizîneyan digerin û goristan wêran bûye. Dîsa kumbetên Anonîm û Akça Yuva tev hatine rûxandin. Dîsa Girê Zirnekolê û keleha Erdişê di bin tehlûkeye de ne. 


 WAN