
Kêşana belgefîlma “Suyun Olum Tarihi” (Dîroka Mirinê ya Avê) ya der barê Heskîfê de qediya. Derhênerê belgefîlmê Ali Ergul got, armanca wî ew e ku hafizeya dîrokî zîndî bihêle. Ji bo Bendava Ilûsûyê ku li ser Çemê Dîcleyê li devera Germavê ya li Hezexê tê çêkirin, bi dînamîtan Heskîf tê rûxandin. Derhênerê belgefîlman Ali Ergul, ji bo li dijê rûxandinê, dîroka Heskîfê vebêje, belgefîlma “Suyun Olum Tarihi” (Dîroka Mirinê ya Avê) çêkir. Ergul girtina dîmenên belgefîlmê qedandiye û got, mebesta wî ew e ku ew heta 22’yê Îlonê Roja Heskîfê ya Cîhanê bi temamî filma xwe biqedîne. Ergul bi bîr xist ku têkoşîna Hewldana Parastina Heskîfê ji aliyê qeyûman ve hatiye astengkirin. Ergul, diyar kir ku wî 30 rojan bi tena serê xwe belgefîlm çêkiriye û di dema girtina dîmenan de ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Ergul wiha axivî: “Ji ber Rewşa Awarte (OHAL) me nikaribû biçin her derî. Çûyîna herêma bendavê qedexe bû. Li her du aliyên bendavê jî qereqol hene. Hêla kelehê jî girtîbû. Ji ber ku me zanibû dê bê redkirin me miracaet nekir. Dem bi dem hin tacîzan xwe da der. Di girtina dîmenan li Amedê de jî me bihîst ku rojnamegerekî fransî hatiye binçavkirin. Ev bûyer bi xwe jî karê me ditengijand. Hebûna OHAL’ê ji bo girtina dîmenan zehmetî bû. Ji bo zêde em nekevin ber çavan, me hewl da ku em girtina dîmenan zû biqedînin.”
Armanc tinekirina bîrê ye
Ergul anî ziman ku çêkirina bendavê tê wateya serweriya li ser avê, lê belê armanca sereke ya bendavê ew e ku hafizeya dîrokî tine bike. Ergul, bi bîr xist ku bi hezaran mirov dê ji warê xwe bibin û dema bendav biqede, di jiyana xwezayî de çi folora û çi fauna guherîn xwe bidin der. Ergul, anî ziman ku wî bi aktivîstên ji bo Heskîfê têdikoşin û welatiyên deverê bi xwe re hevdîtin û hevpeyvîn çêkirine, lê belê, kes bawer nake ku bendav dê avê bigewimîne û wiha peyivî: “Her çi qas têkoşîn kêm bûbe jî mirov difikirin ku Heskîf dê di bin avê de nemîne. Bawer nakin. Ji ber vê yekê du kes bin jî her hefte tên cem hev, li hev dicivin û têkoşîn didome.”
‘Dixwazim hêviyê bidim’
Ergul, anî ziman ku ew dixwaze belgefîlmê ji mihrîcanên ekolojîst re bişîne. Ergul got, der barê Heskîfê de gelek belgefîlm hatine çêkirin, lê belê di arşîv û mîhrîcanan de hatine rawestandin û xelkê ew nedîtîne. Ergul, anî ziman ku bi vê belgefîlmê wî xwestiyê ji bo têkoşînê, bibe hêvî û hafize û bîra dîrokî ya Heskîfê zîndî bihêle.
DÎHABER/STENBOL