Em ji welatekî ku exlaqê siyasî, atmosfera akademîk sifir tên.
Sifir nîne, tune ye, vala ye, di kurdî de,  pûç e, di hejmarên roma de tûne ye. 
Li Tirkiyê sifir destpêka faşîzmê ye. Her darbeya leşkerî, kenanîst, gulenîst, erdoganîst, teva tunekirin e. Tên û tûne dikin, ked û xwehdana nifşan bixwînê difetisînin. Xwedêgiravî ji sifrê dest pê dikin, lê  tiştê derdixine holê jî, “cawê sifir” e.
Li Tirkiyê faşîzm heye. Faşîzm, dijminê demokrasî, aştî û her kesî ye, rewş jî dibin sifrê de ye. Tirkiye û dewşîrên tirk jî balkêş in; ji wan weye cîhan tenê li dora wan dizîvire. Lewra nexşeya hişmendiya mirovan, di aliyê dîrokî de, bi  du rengan kifş dikin. Reş û spî, rengên di navbera reş û spî de nînin. Reş, her kes e, spî dewşîr in, wek Erdogan!.. Kurdên spî jî hene, cawê sifir in,  tune ne, kadastrof in. Di rekihek rûmetşikestî de ne. Li parlamena Tirkiyê, ji bo kadastrof Metîner  gotin, ew çala foseptîk e.
Kadastrof karê faşîzmê ye. Welatekî ku bi guhertinê  re qetûlilleh lihev nekiriye...  Siyasetek, bi kamufleya hilbijartinan dagirtî heye, teva jî derbe ne... Ji rastiya dîrok û  civakan dûr e, encam jî nasnameyeke ji siyaseta demokratîk û kultur, ji standardên demokrasî û zanistê dûr heye.
Encam, şer û sîstemek otorîter, faşîzma bi bazar. Bêdengiya Ewropa û Emerîka li hemberî wêrankirina bajarên bakurê Kurdistanê û komkujiyan, girtina 24 Tv û radyo, girtina Med Nûçe li Fransa, encama vê bazarê ye. 
Potansiyal desthilatdarî û muxalefet, wek “klîka faşîst” kar dikin. Şerekî li hundir û derve dane dest pê kirin.  Îxracî Başûrê Kurdistan û Iraqê kirin. Îxracî Rojavayê Kurdistan û Sûriye kirin.
Dagirkerî sûcê herî giran yê mirovahiyê ye. Lê pirs, kanî kî?  Bersiv, cîhanek bêxwedî heye!
Dagirkerî ne tenê cografîk e, dîrok û kultur e, mal û mewdan, beden ê mêjî ye, ziman û ferheng û tore ye, êş û azar e, koçberî û wêranî ye, kuştina hest û kesayet û îradê ye, sivikkirina can e û “meftun” kirina di gora betonî de ye.
Tirkiyê, sed û pencih sal in, li Kurdistanê faşîzma bukelamunî  dimeşîne. Kurdan her dem li dijî vê faşîzmê şer kiriye. Di encama “hevkariyên menfûr” de, teva têkçûne. Azadî, têgihiştin e, têgihiştina pêdiviyê ye, zanebûn û xwedî derketina li destîniya dîrokî ye. Yanî zanebûn û piştre kirin. Encama têkçûna haraketên Kurd;  kêmasiya hişmendiya têgihiştî ya lîderên Kurd bû.
Ev kêmasî di Ocalan de temam bû. Tevahiya tixûbên “mantiqê dîlgirtî” hatin şikandin, gerila jî, dersînorkirina  gelê Kurd ji dîrokê vala derxist. 
Ocalan zanebûn e, piştr e destpêkirin e.
Gerila zanebûn e, piştre destpêkirin e.
Em ji welatekî ku eylûlîst serdest bûn, piştre tayibîst e, tên. Niha OHAL heye û derbeya di nava derbeyê de dewam dike. Encam, 24 televizyon û radyo girtin, pêla girtina binçavan û dagirtina zindanan, nexşeya  êşkenceya  sîstematîk û bêexlakiya sirgunkirina girtiyan heye.
Freud, vê rewşê wek “newroz û ilîzyon”ê bi nav dike. Ev winda kirina hişmendiyê ye. Tirsa têkçûnê ye. Dewr-î Îttîhat û Terakî, tarî ye û tevahiya hişmendî û zanistê  hatin kuştin. Îro jî ev heye. Modeya “umre” û strana “berxikên bi hine” dilorînin. Ekranên televizyonên Tirkiyeya modern (!), Adnan Xoce û zikr-î dewşirme “misilmênî” Prof.  Nihatîpoglu... Faşîzma tirko-îslam heye.
Faşîzma qesrê xazulkek wiha dizivîrîne ku, ji ilizyona Freud bi gelekî xurtir e, serê civaka Tirkiyê  tevlîhev kiriye, beden felc kiriye. Kulliya Serokkomariyê kiriye navend. Cîhanê jî li dora wê kulliyê dizîvîrîne...  Nosteljiyek dilkurmî heye.  Doh bû, Erdogan, got, “kes nikare Musilê  bigire”. Dema Kobanê got, “sibe dusibe wê Kobanê  bikeve”, ev niyazên bedcanî  ne.
Ji fermandarên HPG a Şingalê Egîd Kelarî jî li ser pirsa ANF´ê, got, “armanca  Tirkiyê û AKP´ê dagirkirina Musilê ye. Ji xwe wan Musil radestî çeteyên DAIŞ´ê kir. Di dema ku operasyona rizgarkirina Musilê kete rojevê, bi riya PDK´ê dest bi reşkirina PKK´ê kirin,  dibêjin bila PKKe ji Şingalê derkeve.” Bêbextî heye. PKK´e hawar gelê Kurdistanê ye, divê nîqaş bibe.
Ji vê bêbextiyê re, kozmîk aqil nave. Ev plan e, plane engizisyona faşîzmê ye û her dem şiyar e...
Êdî bi “şecera exlaqê” Nietszche, nikarin kesî bixapînin.
Berî her tiştî demokrasî perwerdeya  gel e.
Ocalan berî her tiştî demokrasî ye.
Gerila berî her tiştî demokrasî ye.
Monarşîkên Hicazê, faşîzma  Tirkiyê, bûne yek, PDK´e jî tilbêtê (stepne) wan e.
Ev vegera destpêka dîrokê, demjiyana helandina qeşayê ye...
Tirkiyê ber bi şikeftekê de diçe, gel jî bi bedenek felcoyî, wek pez tê ajotin...