
Li gundê Zavotê yekemîn Muzeya Zavot Ekoyê hatiye vekirin. Di muzeyê de kel û pelên ku di çêkirina penîrê qeşar û gravyerê de hatine xebitandin, tên pêşandan. Muze bi hevkariya gundiyan hatiye vekirin.
Muzeya Zavot Ekoyê, sala 2011’an li gundê Zavotê yê ser bi Qersê hatiye vekirin û yekemîn muzeya ekolojîk a Tirkiyeyê ye. Li vî gundî berê penîrê qaşar û gravyer hatiye çêkirin, kel û pelên ku pê penîr çêkirine û tiştên der barê dîroka gund de, li vê muzeyê hatine pêşandan. Muze ji 2 qatan û 3 beşan pêk tê. Ji bo kesên tên serdana muzeyê, bîranînên xwe binivîsin, lênûskek jî danîne muzeyê. Zavot bi zimanê rûsî, tê wateya fabrîqeyê û navê xwe jî ji vir digire. Piştre, navê gund wekî Bogatepe tê guhertin.
Şêniyê gund Çagdaş Koçulu destnîşan kir ku Muzeya Zavot Ekoyê, li avahiya ku care yekemîn penîrê gravyer lê hatiye çêkirin, hatiye vekirin û got: “Ev avahî sala 1880’yî swîsreyiyan wekî mandra ava kiriye û me jî kir muze. Sala 2005’an bi keya, gundî û Komeleya Jiyan û Derûdora Zavotê re ev avahî ji bo civîn û dawetan hat sererastkirin. Sala 2011’an de fonên Armancên Pêşketina Sed Salî yên Neteweyên Yekbûyî, ev avahî hat restorekirin û veguherandinî muzeya penîr. Di muzeyê de 3 beş hene, di van beşan de dîroka penîr û gravyerê Qers û Zavotê tê pêşandan. Nivîs jî cih digirin. Li vir qalibên penîran, qalibên haveyn, kel û pelên ku ji bo giraniya penîr dipîvin, tên pêşandan. Di ketina muzeyê de jî ji çavkaniya şifayê ya bi 650 nebatên herêma Zavotê, 30 tên pêşandan.”
MA / QERS