Gelek caran behsa wê yekê tê kirin ku haya xelkê ji dîroka xwe tine, tê gotin xelkê me zû tiştan ji bîr dike û dersê ji dîrokê nagire.

Lê pirs ew e, gelo çiqas em gihiştine rastiya dîroka xwe û çiqas haya me ji rûyê veşartî yê bûyerên dîrokî heye?

Gelê Kurdistanê di gelek qonaxên cuda yên şoreşê re derbas bûye, gelek şikest xwarine û serketin bi dest anîne, lê heta niha gelek kêm lêkolînên zanistî li ser bûyerên dîrokî yên têkoşan û şoreşê hatine kirin. Pirranî çavkaniyên dîroka me, yekalî ne û mirov nikare encameke rast ji wan derêxe.

Siyasetvan û nivîskar Heval Kwêstanî, beriya bi çend rojan pirtuka xwe ya bi navê "Van rojên niştiman a hemiyan bû" belav kir.

Di pirtuka xwe de, Kwêstanî behsa aliyê ne diyar ê têkoşana Başûr ku YNK jê re dibêje "şoreşa nû" dike, û bûyerên veşartî eşkere dike.

Nivîskar, piştî destpêkirina "şoreşa nû" ji aliyê YNK´ê ve, tevlî nav refên pêşmergeyan dibe û bi bîr û baweriya şoreşgerî di baskê YNK´ê yê Marksîst - Lînînîst de ango di "Komeleya kedkarên Kurdistanê" de cîh digire, piştre weke yek ji berpirsyarên ragihandina şoreşê li nêzî Celal Talebanî û Newşîrwan Mistefa û serokatiya YNK´ê dixebite û haya wî ji bûyerên wê çaxê hebûye.

Dema mirov vê pirtukê dixwîne, pirr baş ji bûyerên îro li Başûr diqewimin, fêm dike. Lê ji bo kesên ku xwedî ked in di vê tekoşînê de, pirr dijwar e ji van qewmînan bawer bike!

Di pirtukê de, nivîskar ku bi xwe di nav bûyeran de cîh girtiye, bi zimanekî wêjeyî behsa nêzîkatiya gel ji bo têkoşana wan dike û dibêje, "Gel bi her awayî di xizmeta têkoşanê de bû, deriyên malên xwe her tim li me vedikirin, gelek ciwan jî bi hêviyeke mezin tevlî nav refên me dibûn, car caran ez difikirîm; Gelo şoreş bi ser keve, em ê çawa xizmeta vî gelî bikin û bersiva vê helwêsta gel bidin?"

Di wan bûyeran de ku Kwêstanî vedibêje, xuyaye her tim di nava serokatiya YNK´ê de, komplo û şerê desthilatdariyê hebûye, her tim baskên cuda hebûne û ji bo bê bandorkirin û tinekirina hevdu, hewl dane. Bi taybetî jî behsa Mam Celal  û Newşîrwan Mistefa dike ka çawa xeta çepgir bê bandor kirine.

Piştî serhildana Başûr di sala 1991´ê de, her tim wisa xuya dikir ku di navbera Mam Celal û Newşîrwan Mistefa de nakokî û pirsgirêk hene û li hev nakin, lê Kwêstanî dibêje, "Di bûyerên diqewimî de, min fêm kir ku ew herdu rûyê hev in, lê bi awayên cuda ji bo xeta xwe dixebitin."

Her wisa pirtûk qala hewldanên ji bo tinekirina kesên rexnegir di nav partiyê de dike û dibêje, "Serokatiya partiyê saziyek ava kiriye ji bo ku çavdêriya pêşmerge û kadroyên rêxistinê bike û agahiyan bigire li ser kesên ku siyaseta wan rexne dikin û ne razî ne."

Derbarê şerê bi Partiya komonîst a Kurdistanê re li quntara Qendîlê, Kwêstanî dibêje, "YNK bi biryar êrişî ser gundên Qirnaqe û Piştaşan kir û gelek kes li wir hatin kuştin û dîl girtin. Yek ji dîlên li wir ala spî hildabû, ji aliyê fermandarê Pêşmergeyên YNK´ê be hatibû kuştin."

Di pirtukê de behsa dîlkuştina di nava YNK´ê de tê kirin. Eşkere dike ku gelek caran dîl hatine kuştin. Çîroka kuştina serbazekî dîl ê Îraqî vedibêje, her wisa behsa derxistina pêşmergeyekî dike ji ber ku amade nebûye dîlan bikuje.

Her wisa pirtûk qala nebûna perwerde û tevlîheviyên nav partî û hêzên wan dike, ku bûye sedema gelek kiryarên xirab.

Derbarê tevgerên rayedarên YNK´ê bi xwezayê re, Kwêstanî qala çîrokên sosret dike û dibêje, "Kesek nas serdana Mam Celal dike, Mam Celal jî gilî û gazinan dike ji ber ku ew kes qet ajalên kovî jê re neanîne û Mam Celal gotiye, Kesên din gelek caran ajalan ji min re tînin, lê çima tu qet wisa nakî? wî kesî jî gotiye, Nêçîrvanî bi çekan tê kirin, çekekê ji min re bikire, ez ê te bê goşt nehêlim. Mam Celal jî 60 dînar dane wî ji bo ku çeka nêçîrvaniyê bikire."

Kwêstanî, qala bandora têkoşana pêşmergeyan li ser gel û nav û dengê wan dike û li ser zarê Mam Rostem, fermandarê pêşmergeyan vedibêje: "Dema pêşmerge diçin gundekî û ji Kwêxaya gund daxwaz dikin ku xortekî xwe tevlî refên pêşmerge bike, Kwêxa dibêje 2 lawên min bi karên çandin û xwedîkirina ajalan mijûl in, lê xortekî min heye dîn e û bi kêrî tiştekî nayê, tenê ji bo pêşmergetiyê baş e!"

Dema ku mirov bi berfirehî li dîroka çiya ya vê têkoşanê dinihêre, bi taybetî dîroka berî avabûna rêveberiya herêma Kurdistanê, digehije vê rastiyê ku ya îro di siyaseta Başûr de tê dîtin, ji roja destpêkirinê heta îro bi vî awayî dewam kiriye. Komek desthilatxwaz û bazirgan li ser milê têkoşan, ked û berxwedana vî gelî jiyaye û ji bo armancên xwe xebitiye. Ji bilî têkoşaneke exlaqî û neteweyî, bi kiryarên qirêj û şerê desthilatdariyê re mijûl bûne. Ji ber vê, ez dibêjim, bibihure Heval Kwêstanî!

Divê navê pirtûkê "Wan rojên ku niştiman ya hemûyan nebû" bûya.