Qaşo rayedarên dewletan spasiya xwe pêşkêşî şervanên QSD’ê û gelê Bakur Rojhilatê Sûrî dikirin. Li hemberî dagirkerina Efrînê helwêstê êrişê rawestînin û jiyana bi hezaran zarok, jin, kalûpîr û mirovan ewle bike, ti aliyên peywendîdar, zirhêzî nîşan neda.
Bager MORDEM
Di dîroka Kurdan de tim û tim berxwedanî di nava jiyana wan de wekî fêrbûnekî cih girtiye. Lewma ji dîrokê jî mirov têdigihîje ku êriş û planên qirêj bi dawî nebûne. Ya rastî, bi avabûna netewe dewletan re, Kurdan nedikarî şêwazên jiyîna xwe li gorî wan bi rêk û pêk bikin. Ji lewra, her tim bûn hedefa netewe dewletan. Ji ber vê çendê jî her tim bi siyaseta sîxuriyê û ya bişaftinê bi ser wan de çûne.
Her çend gelek raperîn û serhildanên ku ji dîrokê re bûne mal di Kurdistanê de hebin jî lê belê ji aliyê dagirkeran ve hatine perçiqandin û tepisandin. Ji lewra, Kurd ketin nava rewşeke ku êdî nikaribin kurdayetiya xwe îfade bikin. Bi sedan gundên Kurdan hatin talankirin û rêya koçberiyê yan dan ber Kurdan, yan jî ew bi darê zorê koçber kirin. Vê yekê bi salan dewam kir.
Bi derketina Rêber Apo (Abdullah Ocalan) re, esas çarênûsa Kurdan guherî û dîroka Kurdan kete qonaxeke nû. Ji çar aliyên Kurdistanê Kurdan li kêleka Rêber Apo sekinîn û dilsoziya xwe raber kirin. Bi salên bi dûr û dirêjî li Sûrî xebatê perwerdehî û diplomasiyê bi destê Rêber Apo pêk hatin. Lê belê dewleta Tirk a dagirker ku dijminê sereke yê Kurdan e, zexteke mezin li ser hikûmeta Sûrî kir û kir ku ku Rêber Apo ji axa Sûrî derxîne. Heger ku dernexista, dewleta Tirk gef dixwarin ku yekser bi dagirkeriyê bikeve nav axa Sûrî. Li ser vî esasî Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji welatê Sûrî derket û bi vî awayî komploya 15’ê Sibata 1999’an ya li dijî Rêber Apo ku bi dîlgirtineke li dijî hiqûqa navneteweyî bi encam bû, destpê kir. Jixwe, bi derketina Rêber Apo re di navbera dewleta Tirk û Sûrî de peymana Edeneyê jî hate mohrkirin ku tesîra wê hem li Sûrî wê zilm û zexteke dijwartir bûya û hem jî wê di encamê de gelek şoreşgerên Kurd jî bi destê dewleta Sûrî teslîmî dewleta Tirk bihatana kirin.
Ber bi şoreşê ve
Piştî van salên zilma dijwar li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di sala 2011’an de Sûrî kete nava aloziyeke mezin wekî aliyê Kurdan jî di nava vê aloziyê de wekî xeta sêyem beşdarî şoreşa Sûrî bû. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. Ya rastî şoreşê bi rizgarkirina mekanên şên ji rejîmê li Kobanê dest pê kir. Û êdî tevahiya xaka Rojava kete rewşa şoreşê. Vê yekê jî hesabên dagirkeran têk birin. Ji ber ku karibin şoreşa Rojava ango Bakur Rojhilatê Sûrî têk bibin bi awayekî ne yekser êrişî hêzên Rojava kirin. Di destpêkê de xwestin bi rêya El-Nusrayê vê bikin, çawa şerê ji bo Serêkaniyê li bîra Kurdan e. Piştre jî metirsiya herî mezin ya li ser mirovahiyê DAIŞ ji bo vê hat bikaranîn. Di serî de dewleta Tirk, gelek hêz û zirhêzan xwest vê şoreşê pûç bikin ango jiyana ku bi Neteweya Demokratîk bi rêk û pêk bûyî, ji hev bixin, bifeşkilînin. Di nava pênc salan de hêzên YPG/YPJ/QSD li dijî DAIŞ’ê bi hevkariya Koalisyona Navdewletî ku serkêşiya wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dike, tekoşîn meşandin. Ev yek heta şerê tinekirina terorê ya li Baxozê jî dewam kir. Heta niha jî bi hezaran girtiyên DAIŞ´î û malbatên wan di destê hêzên QSD’ê de ne û gelek şaneyên veşartî jî hîna plansaziyên zindîbûna xwe dikin.
Her çend gelê Bakur Rojhilatê Sûrî li hemberî DAIŞ´ê tekoşîneke dijwar meşand û mirovahî ji metirsiyekê parast jî gef û tehdîdên dewleta Tirk a dagirker bi dawî nebûn. Pêşî dagirkeriya xwe ya qirker bi dagirkirina bajarê Efrînê ku bi dewlemendiyên xwe yên binerd û sererd tê nasîn, birin serî. Ha ev yek jî bi çeteyên ji DAIŞ û El-Nusrayê kirin. Dîsa bi hezaran Kurd, Ereb, Ezîdî, Suryanî û tevahiya pêkhateyan hatin neçarkirin ku koçber bibin. Yanî ya hatî kirin ne tenê dagirkerî bû lê qirkirineke eşkere bû. Li hemberî dagirkerina Efrînê helwêstê êrişê rawestînin û jiyana bi hezaran zarok, jin, kalûpîr û mirovan ewle bike, ti aliyên peywendîdar, zirhêzî nîşan neda. Qaşo rayedarên dewletan spasiya xwe pêşkêşî şervanên QSD’ê û gelê Bakur Rojhilatê Sûrî dikirin. Lê di êrişa hovane ya Tirkî de helwêsta pêwîst nîşan nedan. Di heman demê de Rûsyayê ev pîlana dagirkeriyê erê kir. Bi vî rengî Rûsyayê weke zirhêzekê rûyê xwe yê qirêj careke din nîşanî Kurdan kir.
Bêbextiya navneteweyî û sîlsîleyan xencerên bêbextiyê
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dît ku helwêsteke ciddî tineye, pîlanên xwe yên dagirkirina tevahiya axa Bakur Rojhilatê Sûrî amade kir. Qaşo bi navê herêma ewle, esas qirkirina etnîk bi nexşeyan li pêşiya rayedarên tevahiya dewletan di platforma Neteweyên Yekbûyî (NY) de nîşan da, ji qirkirinê şerm nekir û weke karekî baş be nîşan da. Hêzên koalisyonê ku serkêşiya wê DYE dike, sozên mezin dabûn ku nehêlin dewleta Tirk êrişî vê axê bike. Yanî wan dizanîbû ku heger êrişêk ji aliyê dewleta Tirk ve çêbe, DAIŞ wê firsendê bibîne, keysa xwe lê bîne ku karibe xwe zindî bike. Di 9’ê Cotmehê 2019’an de, di salvegera destpêkirina bêbextiya li dijî Rêber Apo de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku ji bermahiyên El-Nusra û DAIŞ’ê mabûn, êrişî axa Bakur Rojhilatê Sûrî ango Rojavayê Kurdistanê kir. Li pêş çavê tevahiya mirovahiyê ku Rojavayê Kurdistanê xwe ji wan re kiribû mertal, êriş kir.
Ya rastî, peyameke pirr mezin di destpêkirina vê êrişê de hate dayîn. Ev peyam tenê bi têkbirina hêza QSD’ê sînordar nebû. Vê peyamê careke din bi bîra tevahiya Kurd û Kurdistaniyan xist ku dawî li komploya navneteweyî, li wê bêbextiya navneteweyî nehatiye. Di pêvajoyekê de ku Rêber Apo formulên çarêseriyê ku pêşniyaz kiribûn û biryardariya xwe ji bo vê çendê raber kiribû, ev êriş pêk anîn. Ev jî bi erêkirina heman dewletên ku dîlgirtina Rêber Apo jî erêkiribûn, pêk anîn. Wan xwest peyamekê bidin Kurdan: Ti dostên Kurdan tineye. Careke din ev yek hate piştrastkirin ku dema mesele tê ser Kurdan, dewlet û aliyên dijberî hev, li hev dicivin, dibin yek. Destpêkirina komploya navneteweyî li Rojavayê Kurdistanê bû, wan xwest dîsa li axa Sûrî vê bêbextiyl zindî bikin. Esas, yek ji peyama herî sereke ya vê êrişê jî ev bû.
Weke modela çareseriyê
Jixwe, yekane rêya çarêseriyê bo aloziya Sûrî modela Neteweya Demokratîk li Bakur Rojhilatê Sûrî bi hevgirtiya tevahiya pêkhateyan, heyatî bû. Di nava 9 salên aloziya Sûrî de herêma herî ewle û ya ku karîbû tevahiya civakê di nava aramiyê de bi rêk û pêk bike û mekanê jiyanê ji wan re ava bike, herêma Bakur Rojhilatê Sûrî bû. Heta niha jî ne rejîma Baesê û ne jî qaşo opozîsyona Sûrî di tevahiya civînên navdewletî yên ji bo çarêseriya aloziya Sûrî de nedikarîn gavekê ber bi çareseriyê ve biavêjin. Lê belê li herêma Bakur Rojhilatê Sûrî ev yek ne lê bû, ne lê ye. Bi destpêkirina şoreşê re saziyên civakî yanî komîn, meclîs, şarêdarî û Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kir. Civak bê ser û ber nema û jiyana rojane bi rêk û pêk meşiya. Jixwe, berdêlên ku di oxira tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de hatin dayîn, hişt ku xwedîderketineke mezin li şoreşê çêbe. Li gelek welatan jî hem rayadarên hikûmetan û hem jî gelan piştgiriya herêma Bakur Rojhilatê Sûrî û pê re jî modela Neteweya Demokratîk kir.
Ji ber ku civak bi hişmendiya Neteweya Demokratîk hate avakirin, hêza QSD’ê ku ji tevahiya pêkhateyan e jî roj bi roj mezin û fireh bû. Deverên ku hatin rizgarkirin, ji Dêrikê heta Efrîn, Ji Til Koçer heta bi Til Berak, ji Reqa, Tebqa heta bi Minbic û Dêra Zorê, li qederê sîh ji sedê xaka Sûrî kete bin serweriya hêza eskerî ya QSD’ê. Her cihê hate rizgarkirin, bi vê hişmendiyê hat rizgarkirin û perwerde kirin. Tevahiya pêkhate, dîn, mezheb û cudahiyan karî modela Neteweya Demokratîk himbêz bikin. Di oxira wê de berdêlên giran dan. Ji ber ku ev gel bi salan di bin desthilatdariya zexta rejîma Baesê de mabûn, yekser di avakirina vê modelê de cihê xwe girtin. Êdî civak xwe bi xwe bi rê ve bir û bi rê ve dibe.
Esas, bi êrişan û dagirkeriyê, bi zincîra bêbextî û komployan a ku tê xwestin ew e ku civak xwe bi xwe bi rê ve nebe, Kurd û hemû pêkhate li dijî hev her tim di nava nakokiyan de bin, hişmendiya netewe dewletê li ser axa Kurdistanê serwer be, xwedîderketina li nasnameya Kurdî were tinekirin, dewlemendiyên sererd û binerd werin mêhtin û civak bibe amûrek di nava destê desthilatdaran de.
Li aliyekî komploger li aliyê din dostên Kurdan
Ji bo ku modela Neteweya Demokratîk ji gelên din re nebe mînak, li herêma Rojhilata Navîn alozî û qeyran her tim hebin, siyaseta bişaftinê bi ser bikevê, Kurd nebin hebûn, dewleta Tirk a dagirker xwest pîlana dagirkeriyê li axa Rojava cîhbicîh bike. Li serê hemûyan DYE´yê bi serokatiya Donald Trump, yekser êrişê dagirkeriyê erê kir. Li kêleka wê Rûsyayê jî ev yek pejirand. Ji ber ku tê zanîn, heger modela Neteweya Demokratîk bi ser bikeve, alozî wê li Sûrî bi dawî bibe û şerên heyî bi rêberiya gelê Kurd wê bi ser bikeve, wê demê hêzên hegemon yên wekî DYE û Rûsyayê nikarin serweriyê li Rojhilata Navîn ava bikin. Ango Kapîtalîzm nikarê bigihê armanca xwe. Ji bo ku karibin hevsengiya hêzê çêkin, ev êriş erê kirin. Di 9’ê Cotmehê de dewama komploya navneteweyî li Bakur Rojhilatê Sûrî hate destpêkirin.
Heger mirov bi awayekî cuda li vê êrişê binêre, dibîne ku dostên Kurdan li gelek welatan hene. Bi destpêkirina êrişê re kombûneke mezin li derdora êşên Kurdan çêbû. Gelan zextên mezin li ser rayadarên welatên xwe kirin da ku çarêserî çêbe, û ew karibin li pêşiya êrişî bisekinin. Bêguman dihate zanîn ku heger ne hêza gel be ev êriş nasekine. Ji ber ku yên êriş dikin bermahiyên DAIŞ û El-Nusrayê bûn. Kurdan û hevkarên wan ên projeya Neteweya Demokratîk bi destê xwe ev herdu hêzên tarî û çete bi bin xistibûn. Ji lewra, li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê her kesî dengê xwe li hemberî vê êrişa qirkeriyê bilind kir. Cara yekê li Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî di hundirê hefteyekî de du caran ji bo Kurdan û li ser mijara dagirkeriya dewleta Tirk civîn çêbûn. Dibe ku gelek bandor li ser dewleta Tirk çênekiribe, lê belê Kurd di cihanê de careke din bûn rojeva tevahiya siyaset û gelan.
Berxwedaneke efsanewî hate kirin û tê kirin. Careke din hêza Kurdan li tevahiya cihanê deng veda. Careke din dayikên ku zarokên xwe di oxira parastina nirxên pîroz de dan bi serbilindahiyekê qîr kir û zarokên xwe spartin axê. Vê berxwedanê hişt ku tevahiya cihanê bi Kurdan re bibe yek û pişta wan bigire. Di heman demê de vê berxwedanê di serî de Erdogan, Trump û Putîn, gelek desthilatdarên dewletan xistin nav zexteke mezin. Ji lewra mecbûr man ku daxuyaniyên wekî êriş rawestandinê bidin. Her çend li ser rûyê erdê êriş nesekinîbin jî berxwedanê hişt ku ev welatên hanê gelek hevkariyên xwe yên qirêj derxînin holê û bazarê li ser bikin. Ji bo ku karibin qirêjahiyên xwe veşêrin, Erdogan û hikûmeta wî mecbûr man ku hem li Trump û hem jî li Putînî guhdarî bikin, yanî serî li ber wan bitewînin. Jixwe bi vî rengî jî bû.
Wekî encam mirov dikare bibêje, ev êrişa ku çêbû û heta niha jî dewam dike, ne tene ji bo dagirkirina parçeyekî ji axa Sûrî yan jî bicîhkirina penaberên li Tirkiyê ye. Armanca sereke tinekirina modela Neteweya Demokratîk e; ango têkbirina jiyana aram, ya bi rêk û pêk e. Esas wan dixwest projeya Rêber Apo bidin rawestandin. Lê belê gelên Rojavayê Kurdistanê û yên Bakur Rojhilatê Sûrî bi berxwedan, têkoşîn û sekna xwe diyar kir ku tenê modela Neteweya Demokratîk dikare bibe çarêserî di aloziya Rojhilata Navîn û azadiya Kurd û Kurdistaniyan de. Lê belê hîna jî pîlanên qirêj yên li ser herêmê û gelan bi dawî nebûne. Her çend hêzên derve zimanê aşitiyane bi kar tînin jî ya rastî ew e ku armanca hemû hêzan ew e ku modela Neteweya Demokratîk ji holê rakin, nehêlin ku projeya Neteweya Demokratîk bi ser keve. Ji ber vê çendê, divê xwedîderketina li Şoreşa Bakur Rojhilatê Sûrî zêdetir bi pêş keve û asta berxwedanê bilindtir bibe.