Rêûresma muzexaneyan li gelek welatan nû be jî, li welatên mîna Ingilîstan, Fransa, Îtalya û Elmanyayê têra xwe kevin e. Lê di rastiyê de dema ku em pirsa ka kîjan e muzexaneya herî kevin bikin, bersiva wê weke Kurdistanê bibe, li devê deriyê me ye.

Beriya bi 2500 salan ango beriya mîladê bi 530´î bi belge em dizanin ku muzeya Ennîgaldî-Nanna ya herî kevin a dinyayê ye. Em pê dizanin ku hingê mirovên dewlemend û malmezin beşek ji mala xwe dikirin muzexane û ev muzeya ku arkeolog Leonard Wooley sala 1925´an di dema kolana qesra qraltiya Babîlonê de rasta vê muzexaneyê hatiye. Bi her halî ev muzexaneya ku têde berhemên hunerî bi awayekî birêkûpêk hatibûn bicihkirin û wiha diyar e ku nîzameke sinifandina wan jî hebûye, êdî nemaye. Di serdema modern de di nava muzexaneyên kevin de yeke tenê jî ku nêzî devê deriyê me be nîne.

Muzeya Kapîtolînê

Musei Capitolini (Muzeya Kapîtolînê) bi qasî ku tê zanîn kevintirîn muzeya dinyayê ya li gelemperiyê vekirî ye. Wê jî wisa dest pê kir ku Papa Sixtus IV komek ji peykerên antîk ên muhim ji xelkê bajarê Romayê bexşandin.

Îro jî li vir hûn dikarin heyranî hunerê serdema navîn ên xêzkirina resman û çêkirina peykeran bibin.

Muzeya Vatîkanê

Musei Vaticani (Muzeya Vatîkanê), duyemîn e, di nava kevintirîn muzexaneyên dinyayê yên li xelkê vekirî. Bi pêşandaneke li xelkê vekirî ya peykeran sala 1506´an dest pê dike bi înîsiyatîfa Papa Julius II. Muze di nava bajarê Vatîkanê de cihê xwe digire. Di nava berhemên wê de îro hin şaheserên serdema ronesansê jî hene.

The Royal Armouries

The Royal Armouries in the Tower of London (Zirxên Meliktiyê li Birca Londonê) kevintirîn muzexaneya amî ye li Ingilîstanê û yek ji kevintirînên dinyayê ye. Wê sala 1660´î deriyên xwe li xelkê vekirin û zirxên ji sala 1592´yan û pê ve pêşan dide.

Muzeya Ashmolean

The Ashmolean Museum, kevintirîn muzeya zanîngehî ya dinyayê ye. Sala 1677´an koleksiyona xwe ya yekem wergirt. Piştre avahiya ji bo pêşandina berheman hat avakirin û sala 1683´yan avahî temam bû. Di nava berhemên wê yên girîng de destxet û xêzên Leonardo da Vinci, Raphael, û Michelangelo, rengên avî ên Turner jî hene.

Kabîneya Amerbachê

Amerbach-Kabinett, di destpêka xwe de koleksyoneke şexsî bû. Zanîngeh û bajarê Baselê ew sala 1661´ê kirî û sala 1671´ê li xelkê vekir. Bi vî awayî ya rastî ji ber ku yekem car bi temamî amî bûye û li gelemperiyê deriyê xwe vekiriye, muzeya yekem a bi temamî ne şexsî û li xelkê vekirî jî ev e.

Musée des Beaux-Arts et d'archéologie

Musée des Beaux-Arts et d'archéologie (Muzeya hunerên bedew û arkeolojiyê) li Besançonê, sala 1694´an piştî ku metran Jean-Baptiste Boisot koleksiyona xwe ya şexsî da Benediktînên bajêr da ku muzeyekê çêkin û hefteyê du rojan jî deriyên wê li xelkê vekirin. Îro muze bi koleksiyona xwe ya mezin a arkeolojîk navdar e. Lê wekî din 5,500 xêzên ji dibitanên Ewrûpî berhevkirî hene.

Kunstkamera li St. Petersburgê

Kunstkamera li St. Petersburgê sala 1717´an li Hola Kikin hat vekirin û fermî sala 1727´an deriyên xwe li xelkê vekirin li avahiya Akademiya Fenê ya St. Petersburg a Kevin.

The British Museum

The British Museum li Londonê sala 1753´yan hat damezrandin û sala 1759´an deriyên xwe li xelkê vekirin. Koleksiyona şexsî a Sir Hans Sloane destpêka koleksoyona vê muzeyî ye. Îro li muzeyê bêhtirî 7 milyon objeyî hene.

Koleksiyona Galerya Uffizi

Koleksiyona Galeriya Uffizi ya li Floransayê, destpêka xwe digihîne heta bi sedsala 15´an bi Cosimo de’ Medici. Paşiyên wî ev koleksoyon berfireh kirin. Sala 1743´yan mîrasxwirê dawî yê malbata Medici ev koleksoyon da "xelkê Toskana û tevahiya neteweyan". FRANKFURT