Zilam û jineke Emerîkî yên hatin Semsûrê pezkoviyên pîroz ên qiloçê wan 130 cm kuştin. Ev zilam û jina dirrinde û hov bêyî ku şerm bikin, li ber laşê pezkoviyan resim girtin û weşandin.

Saziya dewleta Tirk a dagirker bi navê Mudîriyeta Parkên Millî û Parastina Xwezayê li çiyayên Sincik ê Semsûrê destûra nêçîrvaniyê dide. Di çarçoveya vê xebata dagirkeriyê de Emieblcek Harris hatin Semsûrê û li Sincikê xwe gulleberdanê kir. Paşê Harris çû nêçîra pezkoviyan û pezkoviya 11 salî ya qiloçê wê 130 cm kuşt. Mêrê wê jî pezkoviyeke din kuşt.

Mudîrê saziya dewleta Tirk a dagirker bi navê Parkên Millî û Parastina Xwezayê Ismaîl Kozan jî bêyî şerm bike got, kuştina pezkoviyan bi destûr dibe. Lê belê li hemberî van wêneyan nerazîbûneke mezin derket holê û kuştina pezkoviyan weke şaxekî qirkirina li Kurdistanê hat nirxandin.

 

 SEMSÛR