Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi balafirên xwe yên şer 3 Kurd kuştin ku 2 ji wan pêşmerge bûn. Li gel kuştina mirovan û wêrankirina gundan hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdeng in.
Li Başûrê Kurdistanê balafirên şer ên artêşa Tirk li gundê Eredina yê komelgeha Qediş a ser bi Amediyê ya ser bi Dihokê, bombe kir. Di encama bombebarana dewleta Tirk de 3 sivîl hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker careke din jîngehên sivîlan yên li Başûrê Kurdistanê kir hedef. Roja çarşemê balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Eredina bombe kir. Di encama bombebarana dewleta Tirk de 3 kesên bi navê Remezan Mihemed (64), Îsmaîl Hesen (56) û Dilovan Seleh (34) jiyana xwe ji dest da. Remezan Mihemed, Îsmaîl Hesen pêşmerge bûn. Tê gotin ku kesê din jî endamê PDK’ê ye.
Cenazeyên wan hatin veşartin
Malbatên her sê kesên hatin kuştin, ji bo rakirina cenazeyan çûn herêmê. Piştî ku cezayên wan ji herêma lê hatine qetilkirin, hatin anîn, li goristana komelgeha Qediş a Amediyê ji aliyê xizmên wan ve hatin veşartin.
Wekî PKK´î nîşan dan
Wezareta Parastina Milî ya Tirk li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û got: “Li herêma Metîna, di operasyona hewayî de, çeper, stargeh û depoyên cebilxaneyan ên PKK´ê hatin îmhakirin û 4 PKK´yî hatine kuştin.” Bi vî rengî sivîlên ku kuşt weke gerîla nîşan da.
Weke her car ve carê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê xwe li bêdengiyê daniye û derbarê bûyarê de helwêst nîşan nedan.
Gund hatin wêrankirin
Ev nêzî 30 salan e ku dewleta Tirk çi li ser bejahî û çi jî esmanî bi tank û topan êrişî herêmên Zagros, Xaxûrkê, Xinêre û Qendîl ên Başûrê Kurdistanê dike. Di encama van êrişên artêşa Tirk a dagirker de bi sedan welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûne. Ji ber bomberdûman û topbarana bê ser û ber a dewleta Tirk, welatiyan warê xwe terikanindine û gundên wan hatine wêrankirin.
Ne yek e ne didu ye!
Dewleta Tirk sala 2000’an li Kende Kolî ya girêdayî Sîdekanê komkujiyek pêk anî û di encamê de 39 jin û zarok hatibûn qetilkirin. Dîsa 21’ê Tebaxa 2011’an malbatek ji gundê Bolê yê girêdayî bajarokê Ranya li Kortekê bû hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker. Di bomberdûmanê de malbata ku ji 7 kesan pêk dihat, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di nava ferdên malbatê de pitika bi navê Solîn a yek salî jî hebû.
Her wiha 1’ê Tebaxa 2015’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Zergelê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de 8 welatiyên sivîl hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn.
ANF/BEHDÎNAN